DGH'ê li Stenbolê febrîqeyek û depoyek şewitand
Yekîneya Şehîd Devrîm Zerdeşt a Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku li Stenbolê 2 febrîqe şewitandiye.
Yekîneya Şehîd Devrîm Zerdeşt a Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku li Stenbolê 2 febrîqe şewitandiye.
Di daxuyaniya Yekîneya Şehîd Devrîm Zerdeşt a DGH'ê de hate ragihandin ku 24'ê Gulanê li navçeya Sûltanbeyliyê, li taxa Mîmar Sînan febrîqeyeke mobîlya ya çar qatî 'ya faşîstan' hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi pêketina agir re teqîn çêbû û febrîqe bi temamî şewitî."
DGH'ê diyar kir ku sibeha 27'ê Gulanê li kolan Ordû ya Umraniyeyê depoyeke xurdeyan şewitandiye û got, "Piştî çalakiya me depo bi temamî şewitî û xisara madî lê bû."
DGH'ê destnîşan kir ku çalakiyên wan wê dewam bikin û got, "Em ê hîn bi xurtî tevlî pêngava seferberiyê bibin û bi ciwanên civak û welatê xwe diparêzin ber bi serketinê ve bimeşin."