DFG: Di asta êşkenceyê de mafên rojnamevanan têne binpêkirin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Gulanê 11 rojnamevan hatin destgîrkirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ragihand ku meha Gulanê 11 rojnamevan hatin destgîrkirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê li ser binpêkirina mafên rojnamevaniyê û zext û zordariya li rojnamevanan a meha Gulanê raporek eşkere kir.
Di raporê de hate gotin, "Mixabin li welatê me bi rêk û pêk mafên rojnamevanan û saziyên rojnamevanên têne binpêkirin."
Komeleyê nerazîbûn nîşanî êriş û zextan da û got, "Ev binpêkirin êdî bûne êşkence ku tehemûl jê re nabe." Komeleyê diyar kir ku hikûmet hewl dide ku "îspat bike" ku her meh ji bo domandina vê êşkenceyê ti sînoran nas nake.
Di dewama raporê de ev yek hat gotin:
"Armanca me ew e ku bi vê nivîsê balê bikşînin ser binpêkirina mafan û pergala êşkenceya ku li ser rojnamevanan çewa hatiye berfirekirin. Lê belê, ji bo mijar bê fêmkirin gotina dawî em di serî de bêjin û deng li desthilatdariya AKP û MHP’ê bikin; ev hewildanên we ji niha de bê ancamin. Rojnamevan bi van êrişên bê hiquq serî natewînin.
Wek di rapora me de jî dertê holê, meha Gulanê jî ji aliyê binpêkirina mafan de wek çeteleya pêkanîne zext û zorên li dijî rojnamevanan cihê xwe digire. Di dawiya mehê de rojnamevan hatin binçavkirin, îşkence li wan hatin kirin. Kiryarên pêk hatin ne kiryarên ji rêzê bûn. Wekî yekî bêje “emê dawiya mehê di asta herî jor de fînalekê bikin” dawî li mehê anîn. Li Stenbolê 6 rojnamevanên dixwestin xwepêşandana salvegera çalekiya Geziyê ya nehemîn bişopînin hatin binçavkirin. Nêzîkê 10 rojnamevan jî bi gef û tundiya giran ya polîsan re rû bi rû man. Ev tundiya giran ya li dijî rojnamevanan bi gotineke raste rast suceke li dijî mirovahiyê ye, di qadê de tinekirina rojnamevanan e, tinekirina mafê gel ya gihandina nûçeyan e. Polîsên li dijî rojnamevanan van tundiyên giran pêk anîn divê di demeke zutir de bên darizandin û bên cezakirin.
Balkêşe pirtirê rojnamevanên rastî êrişan tên rojnamevanên jin in. Derdikeve holê ku li dijî rojnamevanên jin pêkanîneke taybet di meriyetê de ye. Bi zanebûn rojnamegrên jin hedef têne girtin û zêdetir tundî û işkence li dijî wan pêk tê. Ji xwe tê zanîn rojnamevanên jin di qada çapameniyê de di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin. Ev têr nake pêkanînên derhiquqî û binpêkirinên mafan ku bi destê dewletê bi pêş dikevin jî bêtir rojnamevanên jin dike hedef. Her wiha ji ber nûçeyên amade dikin gef li wan tê xwarin û tên tacîzkirin. Bi qestî dixwazin sîbera tirsê li ser jinê rojnamevan zêde bikin. Dema li ropora meha Gulanê bê mêzekirin dê bê dîtin ku ji 10’an zêdetir jin bê navber restî gefxwarinê hatine.
Xeleka herî dawî ya pêkhatina bêhiquqiya li dijî jinên rojnamevan destgîrkirina Hevseroka Komaleya Rojnamegeran a Dicle Firatê Dîcle Muftuoglu ye. Di van rojên ku me rapora xwe amade dikir de polîsan berê bi ser mala wê de giritin û piştre jî ji bo ifade bide bang lê kirin. Lê di cihê ifade jê bigirin de ew destgîrkirin. Derbarê hevseroka me Dicle Muftuoglu de 4 roj biryara destgîrkirinê hatiye dayîn. Ev pêkanîn jî têra xwe dide xuyakirin ku dixwazin rojnamevanan çiqas di bin zordestiyê de bigirin. Me di daxuyaniya roja Hevseroka me hat destgîrkirin de jî got, Dîcle Muftuoglu tenê rojnamevanî kiriye. Ne pêkane ew bi suc bê tewanbarkirin. Di vê çarçoveyê de bang û daxwaza me ev e ku demildest bê berdan.
Di meha Gulanê de em bûn şahidê cezayên giran yên saziya Desteya Bilind ya Radyo û Televizynê (RTÜK) ku wek lijneya sansorê dixebite. Lijneya vê desteyê di civîna 10’ê Gulanê û 30’ê Gulanê de ji bo 4 televîzyonan her yek 2 car ceza birî. RTUK’ê di biryara 10’ê Gulanê de ji bo daxuyaniya parlementerên derbarê salvegera Geziyê de daxuyanî dan, di biryara 30’ê Gulanê de jî ji bo daxuyaniya Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kılıçdaroglu li Tele1, KRT, Flash TV û Halk TV’yê ceza birî. Bi van pêkanînan deng li sazî û dezgeyên çapameniyê hat birin. Hikumeta AKP-MHP’ê ji aliyê azadiya raman û azadiya çapameniyê de hemu xirabiyên ji destê wan hat bi me dan jiyîn. Herî dawî “zagona dezenformasyonê” ya medyaya internetê anîne parlamentoyê. Hewl didin bi vê pêşnumeqanûnê bizmara dawî li ser azadiya çapemeniyê de bikûtin. Ev mijar heke bê pejirandin û bibe zagon dê bi xwe re pirsgirêkên ciddî derxe holê. Dê zextên li ser azadiya raman û çapemeniya azad zêdetir bike.
Her wiha ji bo pêkanîna sucên nû re jî bibe bingeh. Di rastiya jiyanê de mafê wergirtina nûçeyan û agahiyan ji destê gel bistîne. Wek tê zanîn em di serdema hilbijartinê de ne. Dixwazin di vê serdemê de nûçe û agahiyan ji destê gel bigrin. Bi giştî civakê bê nefes bihêlin. Ev pêşnûmeqanûn wê sonsorê girantir bike. Ji ber vê pir xetereyan di xwe de dihewîne.
Daxwaza me ev e ku demildest ev pêşnûmeqanuna sansorê paşve bê vekişîn. Di dawiya nirxandina raporê de wek di serî de jî me got; daxwaza me rakirina bêhiquqiyên li dij rojnamevanan e. Bi vê hişmendiyê jî em banga mezinkirina piştgirî û hevkariyê li rojnamevanan, sazî û dezgeyên rojnamevaniyê dikin. Dubarekirina vê mijarê de feyde heye; bi van kiryarên ne demokratîk tu encam nayê bidestxistin. Rojnamegerên rasteqîn bi tu awayî îcazeta xwe ji destê desthilatdaran nagirin. Ji vir û şûn ve jî pêşniyara me ji bo we ev e ku nekevin nava hêviyeke wisa. Her wiha dev ji van pêkanînin xwe yên faşîzan berdin.”