Nivîskar Îkram Îşler destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd dimeşîne, sûcê mirovahiyê ye. Nivîskar Îşler diyar kir ku dewleta Tirk weke berê gelek sûcên li dijî mirovahiyê kirine û destnîşan kir ku Komkujiya Zîlan, Komkujiya Dêrsimê û hemû komkujiyên li ser Kurdan hatine kirin sûcên li dijî mirovahiyê ne.
Îşler, anî ziman ku temaşekirina vê komkujiyê sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Welatên rojava li ber çavên me, li zarokên me yên bi kîmyewî tên qetilkirin temaşe dike. Loma jî şirîkê vî sûcî ye. Ev welat tevgera Azadiya Kurd weke ‘terorîst’ bi nav dike. Ji ber vê yekê jî hevparê her dilopa xwîna Kurdan e. Çi ummetîst, çi sosyalîst, çi gerdûnparêz û çi din hemû Kurdên li vê temaşe dikin jî hevparê vî sûcî ne. Bi taybetî jî desthilatdarên Kurd ên ku ev çewisandin li ser axa xwe nedîtine, şirîkê heman sûcê ne.”
Îşler, anî ziman ku divê her kes çi ji destê wî tê bike û wiha got: “Divê em ji bîr nekin ger em karibin pêşî li vê zilmê bigirin, em dikarin pêşî ya herî giran jî bigirin. Ev barbariya ku îro me diêşîne, wê sibe li yên din vegere û wê demê ew ê kesî nebînin ku bi wan re xemgîn bibin. Ji ber vê yekê yê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, divê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike. Divê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê demildest bicivin. Divê hikûmeta AKP-MHP’ê û artêşa Tirk ku ev sûc kiriye, di demek herî kurt de bên darizandin û cezakirin.”
WÊ EV SÛCÊ LI SER MIROVAHIYÊ WERE QEYDKIRIN
Welatiyê bi navê Osman Koşut jî diyar kir ku dewleta Tirk di sala 1938’an de li Dêrsim, Zîlan û Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd li ber deriyê şikeftan gazên jehrî û kîmyewî bi kar aniye û di heman demê de bi sedan û bi hezaran kesan di carekê de qetil kirine.
Koşût got “Enfalê di salên 1986 û 1989an de dest pê kir û roja ku komkujî gihişt asta herî jor, di dilê gelê Kurd de ye. Tepeserkirina serhildana Kurdan a ku berdewamiya Dêrsimê ye, ku hîna di hişê gelê Kurd de teze ye.”
Koşût da zanîn ku gazên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî gerîlayên Kurd bi kar tîne, her çendî di envantera dewletê de wekî cebilxaneya şer cih negirin jî, weke hêmaneke şerê ne konvansiyonel her tim li pêşiyê ne û got, "Çalakî û dînamîzma gerîla ku ji destpêka salên 90î ve rabûye, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê zêde bûye.Artêşa Tirk ku li hember wê bêçare û bê hêz bû, dîsa berê xwe da çekên kîmyewî. Di çarçoveya konsepta îmhayê ya îro tê kirin de, dewleta Tirk a ku di şerê li dijî hêzên Azadiya Kurd de hema bêje li herçar parçeyên Kurdistanê bêçare ye, li dijî hemû mirovahiyê sûcê mirovahiyê dike. Her çiqas ev sûc hatibe înkarkirin jî, daneyên zanistî û delîl hene ku ev sûc bi awayekî şênber hatine kirin. Înkarkirina vê yekê wê wan ji têkçûn û darizandinê rizgar neke.”
Koşut da zanîn ku hemû rejîmên dîktator her tim difikirin ku ew ê bibin rejîmeke xwedî hêzeke ebedî û wê heta hetayê bidome û got, "Çawa ku rejîma Nazî ji berê heta niha hat darizandin û cezakirin, bersûcên Komkujiya Helepçeyê çawa hatin darvekirin wê aqûbeta pergal û rejîma AKP’ê jî wisa be. Divê em li hemberî vê bêdengiyê bibin qîrîn, li her derê qala van êrîşan bikin û li hemberî vê pergala qirêj em karibin wijdanê civakê biparêzin.”