Dewleta Tirk li San Franciscoyê hate protestokirin

Dewleta Tirk li San Franciscoyê hate protestokirin

Kurdên ku di van demên dawiyê de li Amerîkayê dengê xwe bilin dikin, helwesta hukûmeta Tirk a li hemberî grevên birçîbûnê protesto kir. Bi boneya piştgiriya bi grevên birçîbûnê re, Kurdên li San Franciscoyê dê roja yekşemê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojî bikin.

Li bajarê San Francisco ya eyaleta Califoriaya Amerîkayê Kurdn bi boneya piştgiriya bi girtiyên Kurd ên di greva birçîbûnê de ne û ji bo protestokirina helwesta hukûmeta Tirk xwepêşandanek li dar xistin.

Meşa Kurdan li roja înê li Union Square pêk hat, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Californiayê ve hate organîzekirin.

Di xwepêşandanê de daxuyaniya ji aliyê hemû saziyên Kurdan ên li DYA’yê ve hatibû îmzekirin, ji aliyê Hevseroka Navenda Civaka Kurd Fîgen Hoşgor û Îsmaîl Unlu ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de di daxuyaniyê de banga “Li kî dera cîhanê be, divê her kesê ku dibêje ez Kurd im, li hemberî vê zilmê bê deng nemîn.e”

Saziyên Kurd di daxuyaniyê de da zanîn ku girtiyên Kurd bi mirinê re rû bi rû ne û hat destnîşankirin ku divê bê nîqaş daxwazên girityan werin qebûlkirin.

Di xwepêşandanê de hate diyarkirin ku dê ji roja yekşemê ve li San Franciscoyê greva birçîbûnê ya 3 rojan bê lidarxistin.

Navên saziyên ku îmzeya wan li bên daxuyaniyê hene: Kurdish National Congress North America (KNC-NA), New England Kurdish Association (NEKA), Kurdish American Youth Organization (KAYO), California Kurdish Community Center (CKCC), American Kurdish Association (AKA), Kurdish American Society (KAS), Kurdish Community of America-North Dakota, Minnesota, Kurdish American Human Rights Campaign (KAHRC)