Dewleta Tirk berê ew ji helîkopterê avêt, piştre ceza lê birî
Li Osman Şîban ê ku li Wanê leşkerên Tirk ew ji helîkopterê avêtibûn, 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Osman Şîban ê ku li Wanê leşkerên Tirk ew ji helîkopterê avêtibûn, 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hate birîn.
Osman Şiban ê ku li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkerên Tirk ve ji helîkopterê hatibû avêtin bi giranî birîndar bûbû. Di rûniştina doza ku derbarê wî de bi îddîaya "endamê rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Şiban beşdarî rûniştina li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê nebû. Parêzerê wî beşdarî rûniştina dozê bû.
Dozger fikra xwe ya berê dubare kir û ji ber "endamtiya rêxistina terorê" ceza xwest. Dadgeha ku piştî parastinan biryara xwe da 6 sal ceza li Şiban birî.
Dadgehê piştre ceza zêde kir û kir 9 sal cezayê girtîgehê. Dadgehê piştre jî ceza kêm kir û 7 sal û 6 meh ceza li Şîban birî. Di biryarê de hat diyarkirin ku wê qedexeya derketina derve bidome. Parêzer wê îtîrazî biryarê bikin.