Destûr nedan ku birayê Gezer yê girtî tevlê sersaxiyê bibe

Dozgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” destûr neda birayê mezin yê Garîbe Gezer a ku li girtîgehê şehîd bûbû, Haşîm Gezer ku ew jî li Girtgeha Elezîzê girtiye biçe şîna xwîşka xwe.

Sersaxiya Garîbe Gezer a ku piştî behs kir ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê rastî şîdeta zayendî û êşkenceya bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, îro bi dawî bû.

Nehiştin ku birayê wê yê mezin Haşîm Gezer ê ku ji roja destpêkê dihat payîn ji Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Elezîzê ji bo tevlê sersaxiyê bibe bînin navçeya Kerboran a Mêrdînê.

Serdozgeriya Înfazê ya Elezîzê ku di encama serlêdanên ji bo destûrên pêwîst de bi rojan bû bersiv nedida serlêdanan, îro biryara xwe ji Haşim Gezer re eşkere kir.

Haşim Gezer di hevdîtina bi telefonî ya bi malbata xwe de biryara redkirina destûra tevlêbûna sersaxiyê ya ji aliyê dozgeriyê ve parvekir.

Haşim Gezer diyar kir ku dozgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” destûr nedaye tevlê sersaxiyê bibe û got ku ji roja ewil a anîna cenazeya xwîşka wî û vir ve haya wî ji her tiştî heye û ew ê li hemberî biryara ku ji aliyê dozgeriyê ve hatiye girtin îtîraz bike.