Rêveberên ÎHD’ê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 532’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê li dar xistin. Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, bi boneye ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 404’an de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di çalakiyan de hate xwestin ku hemû girtiyên nexweş serbest werin berda.
STENBOL
Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 532’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê li dar xistin. Di daxuyaniya vê hefteyê de balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ê li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê ku 28 sal in girtî ye û gelek nexweşîn pê re hene. Başaran sê caran krîza dil derbas kiriye, xwîn rijiyaye ser mîdeya wî ji rovî û guatrê emeliyat bûye. Di sala 2016’an de felc dibe û gelek nexweşînên wî yên kronîk lê peyda bûne. Rêveberên ÎHD’ê di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran were berdan” hat hildan û dirûşm berz kirin.
‘MAFÊ GIRTIYAN TÊ BINPÊKIRIN‘
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergis Şahîn daxuyanî da û destnîşan kir ku ji ber ku mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin, dimirin û di heman demê de ji berk u îşkence û muameleya xerab li girtîgehan heye mafê jiyanê yê girtiyan bê binpêkirin. Şahîn got ew bang li rayedarên dewletê dikin ku ji bo girtiyan bi berpirsiyariya xwe rabin û rewşa girtiyan piştguh nekin. ,
‘BILA CEZAYÊ TEVAHIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊ TALOQKIRIN‘
Şahîn diyar kir ku girtiyê nexweş Îdrîs Başaran nêzî du sal in nayê tedawîkirin û tevî ku nexweş e jî di 24’ê gulanê de sewqî Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê hatiye kirin û xistine hucreya yek kesî. Şahîn da zanîn ku Başaran bi tena serê xwe nikare li xwe binêre û ew bi alîkariya hevalê xwe dijî û ji ber ku tedawiya wan baş nayê kirin mafê wî yê jiyanê tê binpêkirin. Şahîn xwest ku cezayê Îdrîs Başaran û tevahiya girtiyên nexweş bê taloqkirin û bên berdan û xwest rayedar bi berpirsiyarî tevbigerin.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş, bi boneye ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 404’an de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hatibû vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.
Turgut da zanîn ku Alkiş nexweşê hîper tansiyonê ye û ev agahî dan: “Her roj dermanan bi kar tîne. Di çavên wî de pirsgirêka enfeksiyonê heye ku her tim xwe dubare dike. Her wiha nexweşê dil e, emeliyata dil derbas kiriye û dilê wî zeîf e. Nêzî 3 salan berê ev teşhîs hatibû kirin. Ji ber ku nexweşiya wî li movik û mejiyê wî belav bû, du caran felc bû. Piştî demekî dirêj ê tedawiyê, ling û destên wî hinek baştir bûn lê belê ji ber rexa xwe ya çepê hêj jî zehmetiyan dikêşe. Bijîşkê beşa Ramotolojiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Îzzet Baysal a Boluyê Alkiş tedawî kir û rapora ‘her kêliyê xetereya mirinê li ser heye’ û ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ amade kir. Lê ji bo sewqkirinê, Saziya Tipa Edlî (ATK) nêrîna bijîşkeke din xwest. Li ser vê yekê şandin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yildirim Beyazit a Dişkapi ya Enqereyê. Bijîşkê li vir got; ‘teşhîsa nexweşiya Behçet û Anevrîzmayê xelete û dikare di girtîgehê de bimîne.’ Dema piştre çûy nexweşxaneyê, anjiyo bû û piştre dîsa teşhîsa ‘nexweşiya Behçet’ hate kirin û sewqî beşa Ramotolojiyê ya Nexweşxaneya Cerrahpaşa ya Stenbolê kirin. Li vir teşhîsa Nexweşiya Behçet û Anevrîzmayê lê hat kirin. Li vir dîsa anjiyo bû.”
JI SEDÎ 43 ASTENGDAR E
Turgut destnîşan kir ku Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê di 30’ê hezîrana 2015’an de ji bo Alkiş rapora “ji sedî 43 bi awayekî mayînde astengdar e” derxistiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber nexweşiyên xwe yên giran, Alkiş tenê bi alîkariya hevalên xwe dijî. Ev demekî dirêj e girtiyê nexweş e û divê demildest were berdan û tedawîkirin. Heta ku ev pirsgirêk tên çareserkirin, dê hewldanên me berdewam bikin.”