Demîrtaş û Wezîrê Dadê hev dîtin

Demîrtaş û Wezîrê Dadê hev dîtin

Hevserokê Giştî BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder der barê grevên birçîbûnê de bi Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn re hevdîtin pêk anîn.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’êyê Stenbolê Sirri Sureyya Onder der barê grevên birçîbûnê de bi Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn re hevdîtin pêk anî. Der barê hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk hat, tu daxuyanî nehatin dayin. Hate zanîn ku di hevdîtinê de asta greva birçîbûnê û daxwazên wan hatin gotûbêjkirin.