Dema dengdanê ya li derveyî welat hate eşkerekirin

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ragihand ku ji bo hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14'ê Gulanê wê li derveyî welat di 27'ê Nîsanê de dengdan destpê bike.

Li gorî bernameya dengdanê ya ku ji aliyê YSK ve hate eşkerekirin, dengdana li 177 nûnertiyên li 74 welatan wê di 27'ê Nîsanê de destpê bike û heta 9'ê Gulanê dewam bike.

Dengdana li nûnertiyên derve wê di navbera demên diyarkirî de nava hefteyê û dawiya hefteyê bi dema herêmî saet di navbera 09:00 û 21:00 de li bajarên ser bi serkonsolosxaneyan jî bi dema herêmî saet di navbera 09:00 û 18:00 de pêk were.

Dengdêr wê li yek ji nûnertiyên hatine diyarkirin yan jî li sindoqeke dengdanê, li deriyê gumrukê karibin dengê xwe bidin. Ji bo dengdanê jî pêwîstî bi randevûyê nîne.

Eger hilbijartinên serokkomariyê ji tûra duyemînr e bimîne, hilbijêr wê di navbera 20-24'ê Gulanê de deng bidin.