Dede: Sedema rewşa xerab şer û tecrîd e

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Umît Dede diyar kir ku sedema rewşa xerab a îro polîtîkayên şer û tecrîda li Îmraliyê ye.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Umît Dede yê ku Berpirsê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan e bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Dinyayê li avahiya HDP’ê ya navendî civîneke çapemeniyê li dar xist.

Dede di destpêka axaftina xwe de got “Agahî gihişt me ku Garîbe Gezer jiyana xwe ji dest daye. Pêvajoya wê ya heta vir wekî kurteya binpêkirina mafên mirovan e. Di şer de birayekî wê hate kuştin, birayê wê yê din dema çû cenaze werbigire birîndar bû û felç ma. Garîbe jî hate girtin û piştre li Girtîgeha Kandirayê û piştre tecawizî wê hate kirin. Li hemberî gardiyanan tiştek nehate kirin û cezayê hucreyê li Garîbe Gezer hate birîn û duh jî hate diyarkirin ku li hucreyê jiyana xwe ji dest daye. Destûr nehate dayîn ku parêzer biçin girtîgehê.”

Dede diyar kir ku zimanê desthilatdariya Tifaqa Cûmhûrê gelê Kurd di serî de li hemberî daxwazên civakî şîddetê bi kar tîne û bal kişand ser hinek mînakan. Dede got “Di 7’ê Gulanê de Mûrat Yildiz li Dêrsimê bi SÎHA û helîkopterê hate kuştin. Di 11’ê Tîrmehê de komeke nijadperest a ku ji 60 kesan pêk dihat êrişî malbata Dedeoglû kiribû û piştre hemû êrişkar hatin berdan. Dîsa di 26’ê Tîrmehê de malbata Dal a li Konyayê rastî êrişên komeke nijadprest hat û Hakîm Dal hate kuştin. Di heman demê de di 30’ê Tîrmehê de 4 jê jin 7 kesên ji malbata Dedeogûllari hatin kuştin û 13 kesên hatibûn girtin beriya ku rûniştin dest pê bike 12 kes jê hatin berdan. Gelo ev tişt di çarçoveya hiqûqî de dikare were îzahkirin. Mirov dikare kuştina Denîz Poyraz ji polîtîkayên nijadperest ên desthilatdariyê cihê bifikire?

Desthilatdariya AKP’ê di 20’ê Adara 2021’an de bi biryarnameya Serokkomar xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Ji ber vê jî sala 2021’an ji bo jinan bûye saleke tijî êriş û şîddet. Di 11 mehên sala 2021’and e herî kêm 310 jin hatin kuştin û bi hezaran êrişên tacîz, tecawiz û şîddetê li hemberî jinan hatiye kirin.

Bêtehamuliya li hemberî Kurdî jî di sala 2021’an de zêdetir bû. Destûr nehate dayîn ku berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan li dadgehê xwe bi Kurdî biparêze. Li Bedlîsê tabelaya ku bi pênc zimanan ayet lê hatibû nivîsandin, Kurdî jê hate derxistin. Parlementer Ayşe Surucu dema li meclîsê bi Kurdî axivî, mîkrofona wê hate girtin.

QIRKIRINA SIYASÎ

Deshilatdariya AKP’ê di sala 2021’an de jî qirkirina siyasî domand. Di Cotmeha 2020’an de bi girtina endamên Desteya Rêveber a Navendî re lêpirsîna Kobanê derbasî qonaxeke din bû. Doz di rojên pêşîn a sala 2021’an de bi îddînameya 3530 rûpel, 370 klasoran dest pê kir. Bi rakirina biryara veşartîbûna dosyeyeyê re belgeyên kûmpasê derketin holê. Di belgeyê de ferman dane dozger ku wê kûmpasê çawa bi rê ve bibe.

Di sala 2021’an de beşa ku ji binpêkirinên mafên mirovan bandoreke neyînî dîtin jî girtiyên nexweş bûn. Ligel ku nexweşiya wan zêde bûye jî Wezareta Edaletê û rêveberiyên girtîgehê ev girtiyên nexweş berneda. Girtiyên bi navê Hadî Yalçin û Hayrettin Yilmaz di sala 2021’an de jiyana xwe ji dest dan. Mehmet Emîn Ozkan ê ku 10 nexweşiyên wî yên giran hene bi koronayê ketiye û niha jî di beşa lêniherîna kûr de ye. Ligel ku Fakulteya Tipa Edlî ya Kocaeliyê rapor daye ew nikare di girtîgehê de bimîne siyasetmedar Aysel Tûglûk nayê berdan.

ŞER Û TECRÎDA LI SER ÎMRALIYÊ

Di 5 salên dawîn de bêhiqûqtiya li girtîgeh û welat zêdetir bûye. Tecrîda li Îmraliyê, qedexekirina hevdîtina bi malbat û parêzeran û binpêkirina biryara DMME didome. Vê pergala taybet  pêl bi pêl berê li ser girtîgehên din û piştre jî li ser civakêtê pêk anîn. Sedem û encamên tecrîda li ser rêzdar Ocalan ji aliyê parêzer û siyasetmedaran ve ji gel re tê gotin. Rêzdar Ocalan berê jî diyar kiribû ‘Heke firsend were dayîn ez dikarim di hefteyekê de çareser bikim’. Ji ber vê jî tecrîdali ser Ocalan û ya li ser girtiyên din ên li Îmraliyê nayê qebûlkirin. Girtîgeha Îmraliyê cihê hêviya aştiyê û çareseriya pirsgirêkên civakî ye.  Ji ber vê jî li hemberî tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiribû û li ser civakê didome , wê têkoşîna me jî berdewam bike.”