Dede: Teqez wê dewlet hesabê komkujiyan bide
Endamên Komîsyona Hiqûqê yên HDP’ê serdana malbatên Roboskê kir û got: “Ev komkujî wê neyên ji bîr kirin, teqez wê dewlet hesabê komkujiyan bide.”
Endamên Komîsyona Hiqûqê yên HDP’ê serdana malbatên Roboskê kir û got: “Ev komkujî wê neyên ji bîr kirin, teqez wê dewlet hesabê komkujiyan bide.”
Bi boneya Hefteya Mafên Mirovan şandeya ku ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan berpirsyar Umît Dede, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku qeyûm tayînî şûna wî kirin û endamê Komîsyona Hiqûqê Serhat Eren pêk dihat serdana malbatên Roboskê kirin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, rêveberên navend û navçeyê yên HDP’ê jî bi şandeyê re bûn.
‘TÊKOŞÎNA XWE MEZINKIRINE’
Malbatên Roboskê bi wêneyên zarokên xwe yên hatine qetilkirin şande pêşwazî kir. Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan berpirsyar Umît Dede di serdanê de axivî û diyar kir ku şûna faîlan mexdûr tên darizandin û bi lêv kir ku li rex malbatên têkoşîna xwe ya edaletê didomîninin. Dede dazanîn ku gelê Kurd li dijî komkujiyan têkoşîna xwe mezinkirine û wiha got: “Gelê Kurd ji têkoşîna xwe ya civakî qet paş ve gav neavêt û naavêje jî. Di vê çarçoveyê de wê dewletê teqez bi van komkujiyan re rû bi rû bimîne.”
‘EDALET NAYÊ ROBOSKÊ’
Pişre dayika Serhat Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Halîme Encu diyar kir ku bi salane têkoşîna edaletê didin û got: “Vê dewletê ji bo me tiştek nekir. Em dibêjin edalet lê edalet nayê Roboskê. Em dixwazin berî ku em bimirin faîlên zarokên me werin cezakirin.” Birayê Cemal Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, Vahît Encû jî bi lêv kir ku heta dawiyê wê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.
Piştî axaftinan şande û malbat bi hev re heta goristana Roboskê meşiyan. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr li vir axivî. Îmîr anî ziman ku heta faîl hesabê nedin wê bi malbatan re têkoşîna xwe bidomînin.
Pişt axaftinan qûrnefîl danîn ser goran.