DBP: Dayikên Şemiyê di lêgerîna banga wijdanan de ne

DBP: Dayikên Şemiyê di lêgerîna banga wijdanan de ne

DBP’ê tevî ku Dayikên Şemiyê 500 hefte ye çalakiyan li dar dixin jî cezanekirina kiryarên kuştinên kiryar nediyar weke “nîşaneya demokratîknebûna dewletê” nirxand û daxuyand ku ev di heman demê de zemîna cînayetên mîna wan zindî dihêle.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkîldarî 500’emîn çalakiya Dayikên Şemiyê ya wê vê hefteyê bê lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Giştî ya DBP’ê ve hate dayîn de hate gotin ku yek ji bîrina Tirkiyeyê bi salan e ronînekirina kuştinên kiryar nediyar e û ev tişt hate gotin: “Dayikên Şemiyê û kuştinên kiryar nediyar bûye birîneke ku bi salan e di nava têkoşîna azadî û demokrasiyê de ne bihata çareserkirin lê tu caran ji aliyê îktidaran ve nebûye rojeva esasî, nehatiye lêkolînkirin û pirsyarkirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ji bo kiryarên kuştinên kiryar nediyar bên dîtin çalakiya rûniştinê li dar dixin û wiha hate berdewamkirin: “Ev lêgerîn, lêgerîneke bang li wijdanan dike ye. Lê tevî van daxwazan ne kiryar hatine dîtin ne jî li ser dosyayên demborî ne ev tişt hatiye rakirin.” Hate diyarkirin ku tevî berxwedana malbatan çavên dewletê kor, guhê wî ker û zimanê wî lal bûye. Di daxuyaniyê de tevî ku ev 500 hefte ye Dayikên Şemiyê çalakiyan li dar dixin jî di vê mijarê de ku tu gav nayê avêtin jî weke “nîşan dide ku biryara dewletê ya ji bo demokratîkbûnê nîn e û naxwaze bi paşerojê de rû bi rû were” hate nirxandin.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev rewş me ji bo pêşerojê dixe fikaran. Heke ji bo welat bi rastî jî qala demokratîkbûnê bê kirin divê destpêkê bi paşerojê re rûbirûnek pêk bê. Kiryarên ku di dosyayan de wekî nediyar tên nîşandan lê di rastiyê de tên zanîn divê derxînin holê û ji wan hesab bê pirsîn.”

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê banga tevlîbûnê hate kirin û ev tişt hate gotin: “Em bang li hemû kesên alîgirên demokrasî û aştiyê ne dikin, tevlî çalakiya ku vê hefteyê wê cara 500’emîn bê lidarxistin bibin. Em dibêjin ku kiryarên bûyerên di 6-7’ê Cotmehê de derketine diyar in em dibêjin divê ji wan hesab bê pirsîn û bang li derûdorên berpisyar dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”