Dayikên girtiyan li Çaglayanê hatin destgîrkirin
3 dayikên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, li ber Edliyeya Çaglayanê xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê, hatin destgîrkirin.
3 dayikên girtiyan ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan, li ber Edliyeya Çaglayanê xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê, hatin destgîrkirin.
Ji bo girtîgeh nebin qada mirinê, dayikên girtiyan bi hefteyan e dixwazin li nuqteyên cuda yên Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê belê hin ji wan hatin desteserkirin. Ji dayikên girtiyan Fînce Akman tevî parlamenterên HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya û Oya Ersoy ber bi Qada Edliyeya Çaglayanê ve meşiya û diyar kri ku doh serdana kurê xwe yê li girtîgehê kir û rewşa wî nebaş e. Fînce Akman anî ziman ku ji ber vê yekê ew hatine nobeda edaletê bigirin. Akman ku daxuyaniya wê hate birîn, tevî 2 dayikan ji aliyê polîsan ve hi hinceta qedexeya qeymeqamtiyê hatin dorpêçkirin.
Çapemenî bi zorê ji qadê hatin dûrxistin û dayikên ku işareta serketinê kirin û dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' qîriyan hatin kelepçekirin û hatin destgîrkirin.
Parlamenterên HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya û Oya Ersoy nerazîbûn nîşanî vê bêhiqûqiyê dan û gotin, "Dayik ji bo tenduristiyeke baş a zarokên xwe her roja Înê tên vê derê û daxwazên xwe tînin ziman. Yekane daxwaza wan, ewlehiya jiyana zarokên wan e. Ev çalakî ne li dijî hiqûqê ye, ku yên bi xwe hiqûq binpêkirine jî bi vê zanin. Mixabin her hefte dayikan destgîr dikin. Em bi biryar in û her hefteyê em ê li vir bin, ji bo girtîgeh nebin qada mirinê em ê li vir bin, em ê timî li vir bin."
Parlamenter Dilşat Canbaz Kaya jî anî ziman ku dayik tenê berdana girtiyên nexweş dixwazin, naxwazin li girtîgehê bimirin û xwest dawî li van kiryaran bê anîn.