Dayikên Şemiyê û xizmên windayan daxwaza edaletê kirin

Dayikên Aştiyê û Xizmên Windayan ên li Amedê, lêgerîna xwe ya edaletê vê heftê jî dewam kirin. Di çalakiyê de aqûbeta Mahmût Dogan û Kerevan Îrmez hatin pirskirin.

STENBOL

Dayîkên Şemiyê bi daxwaza winda bên dîtin û bersûc bên darizandin di hefteya 653’emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bersûc diyarin, winda li ku ne” hat vekirin û wêneyên kesên winda hatin hilgirtin. Ligel barana dibariya jî, gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de bersûcên Mahmût Dogan ê di sala 1993’yan de ji mala xwe ya li nevçeya Rezana Amedê derket û hat binçavkirin û sala 1994’an cenazeyê wê hat dîtin, hat pirsîn.

Di çalakiyê de kurê Huseyîn Taşkaya yê di sala 1993’yan dibin çavan de hat windakirin Şerîf Taşkaya axivî. Taşkaya diyar kir ku ji bo aqûbeta windayan bi salane li Qada Şemiyê kom dibin û wiha got: “Me daxwaza bersûcên windayên me bên dîtin kir, lê heya niha tu pêngav nehatiye avêtin. Ev dewlet xwedî pêşerojek bixwîn e. Li ser xwîna mirovan ev pergal hatiye avakirin û ev pergal wiha naçe. Divê bê guhertin. Heya yek mirov jî li vê qadê bimîn in, wê têkoşîna me ya edaletê bidome.”

NAMEYA KEÇÊ

Piştî Taşkaya, nameya keça Mahmût Dogan, Melek Dogan a ji çalakiyê re şandî hat xwendin. Melek di nameya xwe de wiha got: “Em 4 xwiş û birabûn. Rojeke yekşemê, bavê min ê ajokarê taksiye, ji bo bixebite ji malê derket û careke din venegeriya malê. Dayika me Zumrute Dogan gundek nema neçûyê, deriyek nema lê nexistibe, lê tu agahî ji bavê min negirt. Her ku dayika min vedigeriya û li derî dixwist, bi keyfxweşiya bavê me dîtiye, me derî jêre vedikir. Rojekê li telefonê xist û bi dayika xwe re em çûn nexweşxanê. Çavnên me dijî rondik û em bêdeng bûn. Her tişt ji bo min mîna lîstikekê tê. Li koçe û dibistanê gava yekê bigota bavo, min tim aliyekê xwe kêm didît. Tenê sûcê bavê min ew bû ku kurd bû. Em tenê tiştekê dixwazin, ên ku ev êş bi me dan kişandin, bên darizandin. Bila kesek mîna me derdê bav nebîne û mirin tenê bi ecelê xwe were.”  

ÇÎROKA JIYANA MAHMÛT DOGAN

Piştî xwendina nameye li ser navê Dayikên Şemiyê Yeter Îşler daxuyanî xwend. Îşler diyar kir k udi 27’ê mijdara 1993’an de Mahmût Dogan ê ku bi wesayîta xwe ji malê derket û venegeriya malê malbatê xistiye nav fikaran û got: “Malbata ewil serî li Karakla Baglarê da û pişt re jî serî li Midûriyeta Polîsan da. Peywîrdarên emniyetê ji malbatê re gotiye ku ji ber çek di wesayîta Mahmût Dogan de hatiye girtin hatiye binçavkirin. Heke ku malbat dixwaze dikare jê re xwarinê bibe. Piştî demek kurt malbatê xwarinê bir emniyetê û vê carê ji malbatê re gotiye; ‘Kesek ji wî navî li vir tune ye.’ Hevjîna Dogan, Zumrete Dogan îtîraz dike lê rastî heqaret û çêrên polîsan tê. Malbat carek din çû Karakola Baglarê. Komîserê wê demê yê karakolê Coşar Coşkun li miduriyetê digere û agahî dixwaze. Yên emniyetê dibêjin ku nav şibiyane hev. Piştî 3 rojan emniyet li malbatê digere û ji wan re dibîjin wesayît li Karakola Ovabag a Çinarê ye. Her çiqas wesayît bê dîtin jî li gel hemû hewldan û serlêdanên malbatê jî der barê aqûbeta Dogan de encamek bi dest naxin. Zumrete Dogan li gorî derfetê xwe lêgerîna hevjînê xwe dewam dike.”

Îşler destnîşan kir ku di 28’ê çileya 1994’an de cenazeyê Dogan li gel cenazeye Abdulselam Kizmaz li şikftên Reçelîk ê gundê Bellîtaş ê Qerecdagê tê dîtin û pişt re cenaze tînin Çinarê otopsiye dikin her çiqas malbat her çiqas giliyê sûc dike jî lê pêvajoya hiqûqî nayê şixulandin. Îşler da zanîn ku her çiqas di 2000’an de hîzbûllah îtîraf dike ku Mahmût Dogan û Abdulselam Kizmaz ji aliyê koma wan ve hatiye qetilkirin jî lê dosyeya bersûcên bûyerê ji holê hat windakirin. Îşler got ku piştî demekê her çiqas kiryaran ceza girtin jî lê hatin tahliyekirin.

Îşler diyar kir ku ji roja Dogan hatiye windakirin heta niha dosyeya lêpirsînê bi bandor ne hatiye meşandin û got: “Yên Dogan winda kirin bi bêcezabûnê wan parastin. 24 sal e dewlet ji bo kujeran derbixe û ceza bide wan peywîra xwe nayne cih. wê têkoşîna me ya li dijî bûyerên bi vî rengî û hemû kiryarên ne diyar bidome.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

AMED

Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" di hefteya 451'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan û parazvanen mafên mirovan li salona ÎHD'ê ya Amedê çalaki berdewam kirin. Di çalakiyê de Racî Bîlîcî, guhertina navê Parka Ceylan Onkol bi zimanekî hişk rexne kir û wiha got: “Kujere Ceylan Onkol dewlet e. Bila kes êşên gelê vê erdnîgariyê li hemberî hev nexe pêşbirgê." anî ziman ku her hefte ji bo kujer bên dîtin û darizandin çalakiyan pêk tînin û wiha got: "Em dibînin ku hê kujerên Ceylan Onkol hê nehatine dîtin. Dewletê hê kujer diyar nekirine. Çavê Ceylan hê li ser dewletê ne. Niha navê Parka Ceylan Onkol diguherînin. Karê qayûma ku bi darbeyê hatiye ser kar karê wê yê ewil navê Ceylan guhert. Ji ber ku faîlê Ceylan dewlet in. Ji ber vê yekê ji navê Ceylan bêzar dibin. Ji ber ku kujerê Ceylan dewlet e."

Bîlîcî guhertina navê Firat Simpil jî nirxand û wiha got: “Em tui caran naxwazin êşên mirovan bi hev bidin guhertin û têxin nava pêşbirgê. Êşên hemû mirovan wek hevin. Firat Simpil ji ber şerê qirêj ê li ser vê axê tê meşandin jiyana xwe ji dest da. Em wekî parazvanên mafên mirovan ji bo kujerên Firat ronî bikin jî em wê têbikoşin. Bi ti awayî pêşbaziya êşan nayê qebûl kirin û ne rast e. Em dibînin ku navê Tahir Elçî, Ugur Kaymaz, Orhan Dogan yek bi yek ji parkan rakirin û navê wan guhertin. Kujere hemûyan dewlet e.

Em van polîtîkayên dewletê red dikin û qebûl nakin.

ÇÎROKA KEREVAN ÎRMEZ

Piştre endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD'e Adnan Orhan çîroka Kerevan Îrmez ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê hat revandin û windakirin xwend. Orhan, çîroka Kerevan îrmez xwend û wiha got: "Îrmez bavê 8 zarokan bû. Îrmez di serê meha Cotmehê de ji girtîgehê hat berdan. Çend roj derbas bû hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin. Tîmên taybet û polîsan Îrmezê 35 salî li malê li pêşberî çavê hemû malbatê bin çav kirin û piştre winda kirin. Ew birin Fermandariya Jendirmeyan a Gundê Bêspinê û li wir di bin çavan de winda kirin."

Çalakî bi rûniştina 5 deqîpeyan bi dawî bû .