Dayikên Şemiyê pirsa Taşkaya kirin
Dayikên Şemiyê li aqûbeta 'Huseyîn Taşkaya'' pirsîn, ku beriya bi 28 salan hatibû nebedîkirin.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta 'Huseyîn Taşkaya'' pirsîn, ku beriya bi 28 salan hatibû nebedîkirin.
Dayikên Şemiyê, di hefteya 872'an de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li dar xistin. Ji ber pandemiyê dayikan çalakiya xwe bi awayekî online pêk anîn. Di çalakiyê de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn, ku Taşkaya 6'ê kanûna 1993'an li navçeya Siwêregê ya Rihayê hatibû destgîrkirin û careke din agahî ji nehatibû girtin pirsîn.
Di destpêka çalakiyê de hevjîna Taşkaya Sûltan Taşkaya û keça wî Serpîl Taşkaya axivîn û destnîşan kirin ku 28 sal in di nav lêgerînê de ne lê hê jî aqûbeta Taşkaya hîn nekirine.
Piştî axaftina hevjîn û keça Taşkaya biraziya wî Ozlem Taşkaya daxuyaniya heftê ya hatibû amadekirin xwend û çîroka apê xwe Taşkaya vegot.
Li gorî agahiyên ku Ozlem Taşkaya da; Huseyîn Taşkaya (42) bavê 4 zarokan bûye û ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê wan di hedefa Eşîra Bûcak û dewletê de bûye. Di 6'ê kanûna 1993'an de dema ku Taşkaya li mala apê xwe bûye leşker, polis û cerdevanên Eşîra Bûcak bi konveyeke ji 30 wesayîtan pêk hatiye bi ser mala apê wî de girtine û ew destgîr kirine. Ji wê rojê ve agahî ji Taşkaya nayê girtin.