Dayikên Şemiyê li aqûbeta sê kesên ku dewleta Tirk ew qetil kiribûn, pirsî

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdulkerîm Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munîr Saritaş pirsîn ên ku bi êşkenceyê hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn qetilkirin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiyan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 919’emîn de çalakiya xwe bi awayek online li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li kujerên Abdulkerîm Yûrtseven (73), Mîkdat Ozeken (18) û Munur Saritaş (13) ku 27 sal berê li gundê Agaçli yê bi ser navçeya Geverê ya Colemêrgê ve ji aliyê leşkeran ve hatin destgîrkirin û pişt re jî bi îşkenceyê hatin qetilkirin pirsîn. Endama Komîsyona li Dijî Windayên Di Nezaretê de ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Sebla Arcan daxuyanî xwend. 

Arcan destnîşan kir ku ew li dijî windakirin û binpêkirinên mafan ku îktidar tune dihesibîne û dixwaze di bîra civakê de bide jibîrkirin, derdikevin pêşberî raya giştî û tam 919 hefte ne ew tevî hemû astengiyan li edaletê digerin. 

Yûrtseven behsa pêvajoya windakirina Yûrtseven, Saritaş û Ozeken kir ên ku di 27’ê Cotmeha 1995’an de ji aliyê leşkerên di bin fermana serfermandar Mehmet Emîn Yûrdakûl hatibûn destgîrkirin û piştre bi êşkenceyê hatibûn qetilkirin.

Arcan da zanîn ku malbatên her sê qurbaniyan ji bo li aqûbeta wan bipirsin çûne tabûra leşkeriyê û malbatan diyar kiriye ku her sê qurbanî berê hatine gulebarankirin, piştre hatine şewitandin û ew avêtine ava ji ber tabûrê derbas dibe.

Arcan anî ziman ku ji nav leşkerên her sê kes destgîr kirin, îtîrafkar Kahraman Bîlgîç piştî çend salasn di pirtûka nivîsandibû de hemû hûrguliyên bûyerê vegotiye. Arcan destnîşan kir ku di serdema vê îktidarê de li gel ku AKP’ê tawanbariya li dijî mirovan pêk hatiye qebûl kiriye jî lê heta niha kujer nehatine darizandin. Arcan anî ziman ku çend sal derbas dibin bila bibin jî ew ê ji bo Abdûlkerîm Yûrtseven, Munur Saritaş û Mîktad Ozeken û hemû windayên xwe li edaletê bigerin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.