Dayîkên Şemiyê li aqûbeta Ayşîn pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Can Ayşîn ê 28 sal berê li Licê hat windakirin pirsîn.
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Can Ayşîn ê 28 sal berê li Licê hat windakirin pirsîn.
Dayîkên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windahiyan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 893’yemîn de ji ber pandemiyê çalakiya xwe bi awayek online li dar xistin. Dayîkan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Can Ayşîn ê di 7’ê Gulana 1994’an de li gundê Mizagê ya navçeya Licê ya Amedê ve hat destgîrkirin û windakirin pirsîn.
Keça Ayşîn, Aynûr Ayşîn axivî û diyar kir ku ew her hefte beşdarî çalakiya Şemiyê dibe û got: “Şemî ji bo me bûye êvara înê. Xelk her êvara înê diçe ser gorên xwe em jî her şemî diçin çalakiya şemiyê. Her şemî ez li bavê xwe digerim. Heta mirinê jî em ê dest ji lêgerîna bavê xwe bernedin. Em ê heta mirinê lê bigerin.”
Pişt re biraziyê Ayşîn, Ferman Ayşîn axivî û bi bîr xist ku 7’ê Gulana 1994’an de leşkeran bi ser gund de girt, tevahiya xelkê gund ji malan derxistin û gund hat valakirin. Ayşîn da zanîn ku gundî çar roj destgir kirin, her kes hat berdan lê mamê wî Mehmet nehatiye berdan û ji wê rojê ve agahî jê nîne. Ayşîn anî ziman ku ew hê jî nizanin sûcê apê wî çi ye û 28 sal in her çiqas wan serî li her cihî daye jî lê encam negirtine û dixwazin êdî gorek apê wî hebe.
Metna daxuyaniya vê hefteyê ku behsa çîroka windakirina Ayşîn dikir ji aliyê Mirova Şemiyê Ezgî Bakişkan ve hat xwendin. Bakişkan gazî rayedarên darazê kir ku ji bo dosyeya Mehmet Can Ayşîn bikevin tevgerê kir û xwest bêcezahiştina di dosyeyê de bi dawî bibe û edalet pêk were. Bakişkan da zanîn ku ew ê ne dest ji aqûbeta windahiyan ne jî dest ji Qada Galatasarayê ku bûye cihê kombûna Dayikên Şemiyê berdin.