Parlementerên Kurd yên partiyên cûda yên siyasî yên Swêdê û endamên meclîsa şaredariyan daxuyaniyek hevpar dan û daxwazkirin ku, daxwazên çalakvanên birçîbûnê bêne bicih anîn û girtiyên siyasî bêne berdan.
Daxuyaniya çepemeniyê ya daye çapemeniya Swêdê balkişande ser ku, beriya 10 salan dema ku Serokwezîrê Tirk Tayîp Erdogan û partiya wî AKP hate ser desthilatdariyê weadên demokratîkbûn û guhertinê dan, li beramberî hinek pêşketinên erênî li ser Kurdan zext zêdekir, di nav de parlementer, parêzer, rojnamevan, parêzvanên mafê mirovan û BDP’eyî jî heyî ji 8 hezaran zêdetir siyasetmedar girtin. Hate diyarkirin ku, piştî derbeya 12’ê Îlonê ya Kenan Evren jî ev qas mirov ji ber sedema kona netewî û fikrên siyasî nehatibûn girtin.
Di daxuyaniya ku têde tê diyarkirin ku, di çalakiya birçîbûnê ya 12’ê Îlonê li girtîgeha Amedê destpêkir û li derdora 700 girtî tevlî çalakiyê bûn, êdî di tenduristiya wan de pirsgirêkên cidî derdikevin, her wiha wiha hate gotin:
“Em weke siyasetmedarên Swêdî û enternasyonalîstên eslê xwe Kurd, em ji jiyana xwişk û birayên me yên ji bo mafê zimanê zikmakî, perwerde, azadiya fikir û çapemeniyê ku mafên herî bingehînin, xistine xeteriyê gelek bifikarin. Li cihên ku mafê mirovan hatin binpêkirin, hêzên demokratîk ji bo cîhanekî azad û bidad pêw3iste tekoşînê bidin. Vê çalakiya birçîbûnê careke din da nîşakirin ku, ji bo Tirkiye demokratîk bibe û bibe endamê Yeketiya Ewropayê gelek rê maye. Ji avabûna komarê heya niha Kurd di bin zextan de ye, avêtin zindanan, kuştin û terrorize kirin. hikumeta Tirk bersivek erênî neda pêşniyarên li hevkirin û diyalogê yên Kurdan. Dewleta Tirk li hemberî van bangan ji bo muxalefetê bixeniqîne bi terorîzma dewletê bersiv daye.”
Siyasetmedarên ku dane diyarkirin ku, çalakiya birçîbûnê di roja 50’an de ye û êdî gihaye astekî ku jiyana girtiyan di xeteriyê de û ev daxwaz rêz kirin:
“Di destpêkê de Recep Tayîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê pêwîste guh bide bangên çalakiya birçîbûnê û diyalogekê bide destpêkirin.
“Li gorî zagonên navnetewî pêwîste girtiyên siyasî yên Kurd serbest bêne berdan.
Pêwîste mafê perwerdeya zikmakî û parastina li dadgehan were nasîn.”
Siyasetmedarên Kurd daxwazkirin ku, ji bo ev daxwaz bêne pejirandin û hurmetê bidin mafê mirovan, Wezîrê Derve Carl Bildt zextê li ser Tirkiyeyê bike, vê pirsgirêkê bixe rojeva Yeketiya Ewropa.
Siyasetmedarên Kurd yên îmzeya wan di daxuyaniyê de heyî evin: Roza Guçlu Hedin-Parlementera Paritya Karkeran ya Sosyal Demokratan, Cebar Emin-Parlementerê Partiya Keskan, Amîneh Kakabaveh-Parlementera Partiya Çepgir, Şadiye Heyderî-Parlementera Partiya Karkeran ya Sosyal Demokratan, Yekbûn Alp-Endama Komîsyona Polîtîkaya Derve ya bajarê Uppsala ya Partiya Çepgir, Evîn Încîr Berpirsa Têkiliyên Navnetewî ya rêxistina ciwana SSU ya Partiya Karkeran ya Sosyal Demokrat, Evîn Çetîn-Ombudsmana Herêma Dalarna ya Partiya Karkeran ya Sosyal Demokrat, Hediye Guzel- Endama Lijneya Navenda Partiya Çepgir, Salar Reşîd, Bêrîvan Ongorur, Farûk Aslan, Tara Twana, Rehîma Ortaç Endamên Meclîsa Şaredariyê.