Her wiha rayedaran diyarkirin ku “Tevahiya hefteyê” keştî xirabeye, peyama ku tecrîd wê hê dewam bikin da.
Serlêdana parêzerên Buroya Hiqûqê a Asrin a li ser daxwaza malbatê ji Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê xwestin bi Ocalan re hevdîtinê bikin hate redkirin. Serlêdana parêzeran bi hinceta ku “ Keştî roja Dûşemê xirabeye û ji ber wê tevahiya hefteyê jî wê xirabe be” bersiv dan û daxwaz hate redkirin.
Parêzerên Buroya Hikukê ya Asrin wê di rojên pêşiya me de ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin wê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûursayê bidin.
Hevdîtina parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve bi hincetên mîna “Keştî xirabeye”, “Rewşa hewayê nebaş e” tê astengkirin.