Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdan bi hinceta “Keştî xirabe ye” hate asteng kirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Rezan Sarica û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdan bi hinceta “Keştî xirabe ye” hate asteng kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (468 rojin) destûr nadin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên ji cidiyetê dûr yên weke "Keştî xirabe ye", "Rewşa hewayî", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Belge kêmin" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.
Parêzeran duh derbarê daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Erdogan ya “Malbat dikarin biçin, lê parêzer nikarin biçin" de serî li Wezîrê Dadê û dadgehên eleqeder dabûn û serlêdana sûc kiribûn.
Duh piştî civîna lijneya wezîran berdevkê hikumetê Bulent Arinc daxuyaniyek dabû û îdîakiribû ku, çi tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nînin.
Arin di daxuyaniyê de dabû diyarkirin ku, “Hem di bin parastina hiqûqa me û hiqûqa navnetewî de ye. Ger Abdullah Ocalan bixwaze hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêkbîne, dikare vê bi parêzerên xwe re bike.”