Serokkomarê Tirk Abdullah Gul têkildarî bûyera helîkopterê ya jê 14 tîmên taybet bi giştî 17 leşkeran mirin daxuyanî da û wiha got: "Kesên bi çekan derdikevin hemberî me, em dê heta dawî bi wan re tekoşînê bikin" Daxuyaniya Gul şika helîkoptera hate xistin bi hêz dike.
Serokkomarê Tirk Abdullah Gul têkildarî bûyera helîkoptera ku li navçeya Berwariyê ya Sêrtê ket 14 tîmên taybet yên cendirme bi giştî 17 leşkeran mirin daxuyanî da û got: "Kesên bi çekan derdikevin hemberî me, em dê heta dawî bi wan re tekoşînê bikin. Li Tirkiyeya her tişt tê axivîn û tên nîqaşkirin bikaranîna çekan baş nayê dîtin. Serê sibê ligel hemû şertên hewayî yên nebaş ji bo alîkariya hevalên xwe çûn û helîkopter ket." Daxuyaniyên Gul şika helîkopter hate xistin bihêz dike.
Waliyê Sêrtê Ahmet Aydin jî diyar kir ku, ji ber şertên hewayî yên nebaş yên herêmê û mijê helîkopter raste rast li tehtê ket û wiha got: ''Helîkopter raste rast li tehtê ket. Ji ber wê yekê hemû leşker şehîd ketin. Rojek berê li bejahiya Berwariyê operasyon hatibû destpêkirin. Leşker jî serê sibê ji bo alîkariya hevalên xwe çûn herêma operasyonê. Karesat di demjimêr 07.25'an de pêk hat. Ji ber mijê ev karesat pêk hat. Di helîkopterê de 3 evser, subay, 4 berbaz û 9 çawişên pispor hebûn."