'Daxuyaniya Erdogan operasyona ‘Vegera Jiyanê’ tîne hişê mirovan'

'Daxuyaniya Erdogan operasyona ‘Vegera Jiyanê’ tîne hişê mirovan'

Lijneya Rêveber ya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) diyar kir ku, daxuyaniyên serokwezîr û wezareta Dadê yên derbarê grevên birçîbûnê de yên wekî ‘Ger pêwist be emê mudaxele bikin’ operasyona ‘vegera jiyanê’ ya ku girtiyên şoreşê bi zindî şewitandin tîne hişê mirovan.

Lijneya Rêveber ya HDK’ê derbarê grava birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku kete roja 49’emîn daxuyaniyek da . di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, daxuyaniyên serokwezîr û wezîrê dadê yên wekî ‘Ger hewce be dê mudaxele bê kirin’ fikaran zêde dike û got ev daxuyaniyên bi vî rengî operasyona ‘Vegera Jiyanê’ bibîr dixe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êdî em di xeta beriya mirinê de ne. Ji bo em vê xetê rabikin divê li seran serê welat jin, mêr, ji her ziman û her çand û baweriyê gel dengê xwe bikind bike û hewcedariyeke mezin bi vê heye. Divê demildest pêngav bê avêtin û mirin bên rawestandin. Li seranserê welat ji ber neçareseriyê gengaşî û alozî didome. li Bursayê duh di encama provakayonê de 3 welatiyên me bi guleyên polîsan hatin birîndar kirin. alozî didome.”