Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû ku di Parlementoya Ewropayê de tevlî panelekê bû, ji ber pirsa nûçegihanê Nûçe Tv panelê di nîvî de hişt û ji salonê derket.
Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû beşdarî respiyona ji bo pêşangeha rojnameya Zaman ya li Parlementoya Ewropayê pêk hat.
Piştî vekirina pêşangehê, panela bi moderatoriya Hevseroka Komîsyona Parlementoya Têkel a a Yekitiya-Ewropa-Tirkiyeyê Helene Flautre bi sernavê “Têkiliyên YE-Tirkiye: Zoriyên piştî bihara Ereban” hat lidarxistin.
Di beşa panelê ya bersivdanê de, moderatorê Nûçe TV Erdal Er ku xwest derbarê greva birçîbûnê de pirs ji Davûtolgû bipirse, û kamerman Cemal Lorîn, ji aliyê pasevanên Davûtoglû ve ve hate hincinandin. Davûtoglû jî diyar kir ku karek wî lezgîn derketiye û ji salonê derket.
ERDOGAN JÎ JI BER NÛÇEGIHANA ROJ TV JI SALONÊ DERKETIBÛ
Sala 2005 jî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi Serokwezîrê wê demê yê Danîmarkayê Rasmussen re hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê daxuyanî dan çapemeniyê. Di wê demê de nûçegihan a Roj TV beşdarî daxuyaniyê bû, ji ber nûçegihan Roj TV Erdogan ji salonê derket.