Daristanên Bedlîsê bi rêk û pêk têne şewitandin û talankirin
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo Xîzanê bike baregehek leşkerî bi rêk û pêk daristanan talan dike.
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bo Xîzanê bike baregehek leşkerî bi rêk û pêk daristanan talan dike.
Li gundên ser bi navçeya Xîzanê ya Bedlîsê piştî qedexeya derketina derve ya mehên Tîrmeh û Tebaxê, birîna daran dewam dike. Tê gotin ku dar bi taybetî bi şev têne birîn û her roj bi 10 heta 15 qemyonan zêdetir dar têne birîn û birin.
Yek ji deverên ku leşkerên Tirk bi zanebûn daran lê dibire Bedlîs e. Bedlîs û navçeyên wê heta salên 1990'î çiya, deşt û newalên wê bi daran dagirtî bû. Lê belê ji sedî 90 ê daristanên wê hatin şewitandin, yan jî hatin birîn. Dewleta Tirk ku li Bedlîsê ti carî navber neda wêrankirina xwezayê, di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de ev kiryarên xwe hîn zêde kir. Artêşa Tirk bi taybetî li Bedlîs û navçeyên wê di navbera salên 2020 û 2023'an de di bin navê operasyona leşkerî de daristaneke ji deh hezaran donimî şewitand û hîn jî dişewitîne.
Li Bedlîsê herêma Sehî, her wiha qadên Xîzan, Mutkî û Tetwan ji aliyê daristanê ve gelekî dewlemend in. Li van herêman artêşa Tirk di bin navê 'ewlekariyê' de her sal agir berdide daristanan û tune dike. Bi taybetî qada daristanî ya li derdora qereqol û kalekolan dibe hedefa leşkeran. Beriya her operasyona leşkerî agir bi daristanan tê xistin.
Dema dawî bi ragihandina herêma qedexe re li navçeya Xîzanê dar ji aliyê leşkeran, cerdevanan û kesên hevkariyê bi dewletê re dikin, têne birîn. Di 2'ê Hezîranê de di serî de gundên Harat, Akunus, Govan, Lanilan, Xûlepûr, Kekulan, Sureh, Pertawan, Kuran û Ureh ên Xîzanê, li gelek gund û gundikan derketina derve hatibû qedexekirin. Piştî ragihandina qedexeyê, herêma ku weke 'Daristana Findiklik' dihate binavkirin di 14'ê Tîrmehê de weke 'Herêma Ewlekariya Taybet' hate ragihandin. Di dema operasyonê de daristanên findiqê yên li gundê Xûlepûrê bi kepçeyan hatin rakirin, ji bo operasyonên leşkerî û çêkirina rê bi hezaran dar hatin tunekirin.