Danaşîna doza komkujiya Konayayê didome
Derket holê ku faîlê komkujiya Konyayê li 112’an geriyaye û gotiye, wê 5 kesên din jî bikuje
Derket holê ku faîlê komkujiya Konyayê li 112’an geriyaye û gotiye, wê 5 kesên din jî bikuje
Di 30'ê Tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konyayê, li dijî malbata Dedeogûllari êrîşeke faşîst pêk hatibû û 7 ferdên malbatê hatibûn kuştin. Ji ber kuştina ferdên malbatê li Mehmet Altûn û ferdên malbatên Çalik û Keleş doz hatibûn vekirin û yekemîn danişîna dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hate dîtin.
Piştî navberê îfadeya bersûc Yahya Çalik hate girtin. Çalik anî ziman ku di êrîşa 12’ê Gulanê de hatiye girtin û îdia kir ku wî berî komkujiyê bi faîl Mehmet Altûn re hevdîtin nekiriye. Piştre parêzerê miştekî mafê axaftinê girt û pirsî, telefona te teslîmkirî ya ku li temîrê bû yan na. Faîl Çalik, ‘Na min teslîm nekir. Min telefonek din teslîm kir‘. Parêzer anî ziman ku telefona hatiye teslîmkirin ji ber şîfreya pîna wê nayê zanîn nehatiye vekirin û şîfreya pîna telefonê pirsî. Faîl Çalik, îdia kir ku ew şîfreyê nizane. Li ser pirsa di dema bûyerê de çima bi Ayşe Keleş re hevdîn kir jî, faîl Çalik got, wê rojê me li zeviyê çay vexwar û em rabûn.
Piştre bersûc Alî Çalik îfade da. Çalik dest nîşan kir ku wî di êrîşa 12’ê Gulanê de cih girtiye û got, piştî 20 rojan ez li girtîgehê raketim û vir de ez derketim. Çalik destnîşna kir ku piştî komkujiyê ew carek din hatiye girtin û 94 rojan di girtîgehê de maye.
Çalik destnîşan kir ku li mala komkujî pêk hat de, dengê çekan hate bihistin û piştre bi fikara “wê bûyer ji me bê zanîn“ em çûna mala xwe. Der barê şopên tekqînê yên li ser wî, Çalik îdia kir ku “Ew caran tifenga nêçîrê bikartîne.“
Bersûc Ramazan Çalik ji di Îfadeya xwe de got, “Pitî bûyerê 3 mehan ez hatim girtin. Dema ku ez di girtîgehê de bûm kurê mamê min Mustafa ji min re pere şandin.“
Piştre parêzer ji bersûc Çalik pirsî, telefona te teslîm kirî, aydî kê ye. Bersûc Çalik got, ew telefon aydî wî ye.
Piştre îfadeya bersûcê bi navê Alî Keleş ê ku koma WhatsAppê ya "dadgeh" ava kir û bi parêzer û dozger re hevdîtin çêkir, pere şand girtîgehê, hate girtin.
‘SERDOZGERIYÊ YEK BI YEK EW BERDAN, EWAN JÎ KUŞTIN‘
Pişt re ji malbata Dedeogullari, ku ew bi tenê sax rizgar maye Çetîn Dedeogullari axivî û wiha got: “Ez dizanim ev komkujÎ bi sûcekî organîzeyî hatiye kirin. Dema van malbatan êrîşî malbata min kirin, xwestin min bikujin, birayê min di komayê de bû. Destê birayê min şikestiye. Lê nikaribûn me bikujin. Lê gava yek bi yek hatin berdan, Mehmet Altun wek kujerê kirêkirî ji xwe re girtin û şandin ser me. Organîzatorê qetliyamê Alî Keleş e. Min berê wî nas nedikir, lê ew derewan dikin. Dibe ku bavê min bi cîranê xwe re xirecirê kiribe, lê di 12’ê gulanê de hatin me bikujin. Lê belê dozger hemûyan yek bi yek serbest berda û kujer Mehmet Altun girtin û malbata min qetil kirin.”
‘WÎ BAŞ LI DERSA WÎ XEBITANDIN E’
Dedeogûllari bi berdewamî wiha got: “Mehmet Altun dibêje ku malbata min herketên destan jê re kiriye. Bila nîşan bide ka di kîjan kamerayê de heye. Wî baş li dersa wî dane xebitandinê. Êrişî malbata min kirin û me qir kirin lê êrişkar hatin parastin. Ji ber ku ev êrişkar niştecihên wir in, li qereqolan jî nasên wan hene. Bûyer ji aliyê 3 malbatan ve hat organîzekirin. Malbata min qetil kirin, ez ji hemûyan gilîkar im.“
‘JI BER EM KURD BÛN TIMÎ DIJÛN JI ME RE DIKIRIN’
Xwişka Yaşar Dedeogullari yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Ayfer Karasu axivî. Karasû got: “Ji ber em Kurd bûn tim heqaret li me dikirin. Heqaret dikirin, tehdît dikirin. Ji ber ku mala birayê min li ser rê bû, kesên diçûn û dihatin heqaret li wan dikirin û dijûn dikirin. Ez dixwazim edalet pêk were.”
‘GELO DÊ EDALET PÊK WERE‘
Birayê Yaşar Dedeogullari, Oner Rifatoglu jî got: “Hemûyan jî gotin ku dereng agahiya wan ji komkujiyê çêbûye. Bila destên xwe deynin ser wijdanê xwe. Me wek qurban hilbijartin. Ew derewan dikin. Gelo dê edalet pêk were? Çi pêwîst be bila bê kirin.”
Parêzer Atîla Kart jî mafê axaftinê girt û wiha got: “Haya me ji tiştên ku hêza we derbas dike heye. Lê belê li vir divê ji civakê re peyam bê dayîn. Em li vir nîqaşa cînayetekî edlî nakin. Em dixwazin bi berpirsyariya bûyîna wijdanê Tirkiyeyê re nirxandineke giştî bikin. Bi vê yekê re em ê neçar bin ku rastiya madî eşkere bikin û avhewaya bi lînçkirina çandê hatiye afirandin, vebêjin." Kart diyar kir ku ev komkujî sûcê li dijî mirovahiyê ye û got Malbata Dedeogullari 30 sal berê ji Qersê koçî Konyayê kirine û dixwazin pêşeroja xwe li Konyayê ava bikin.
Kart diyar kir ku ew dizanin ku Dedeogullari piştî demekê wan weke "malbateke Kurd" a ji hawirdorê pênase kirine û got: “Li ser vê mijarê tiştekê nakin, li niyetek din nagerin û jiyana xwe berdewam dikin. Ne pêwîste em biçin berî 20-30 salan. Em biçin 12’ê Gulanê. Li dadgeha 8’emîn a cezayê giran dosyaya kuştina hewldana mirovan heye. Bi wê ve girêdayî têbinî hene. Li gorî van têbiniyan Serpil qîr li ser qîran dide. Li rayedarên deweltê digere. Di 22 kêliyan de 18 caran digere. Diqîre û dibêje, "Bi daran êrîş kirin, zû werin, birîndar hene“ diqîre. Di îfadeya ku daye de jî vê yekê pişterast dike. Navê êrîşkaran, kê çawan derbe daniye yek bi yek vedibêje. Kesekî ku di rê de dimeşe jî li polîsan digere û alîkariyê dixwaze.“
Kart, peyama Serpîl Dedeogullari ya hatiye qetilkirin ku ji Wezîrê Karê Hundir ê Tirk re şandiye bibîrxist û got: “Lê wezaret tiştekê nake. Bi heman rêbazê Yaşar Dedeogullari jî ji CIMER’ê re nivisiye û têkildarî êrîşê wêneyan dişÎne.“
Kart bilêv kir ku malbata Dedeogullari daxwaza parastinê dike, lê ev daxwaza wan tê red kirin.
Parêzer Kart, qetil kirina Hakim Dal ê ji Amedê ku li navçeya Meram a Konayayê hate qetilkirin jî bibîrxist û got: “Malbata Dal anî ziman ku ew ji ber Kurd bûn rastî êrîşê hatin. Zimên kîn û hêrsê çi di afirîne hûn dibînin“
Kart anî ziman ku dîmên wextê komkujî pêk tê jî hene û got: “Ger dîmen tunebûyan wê bûyer jî weke faîlî meçûl hatiba dîtin.“
Danişîn bi parastina prêzeran berdewam dike.