Dagirker ji hewa û bejahiyê êrîş dikin

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî û bejayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber didomîne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Agahiyên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;

Li herêma Zapê;

Di 7’ê Nîsanê de dagirkeran êrîşî çeperên berxwedanê yên Sîdayê kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û pevçûn çêbû.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 7’ê Nîsanê de herêma Girê Bahar carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 7’ê Nîsanê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û çeperên berxwedanê yên Çemço û Sîdayê 26 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”