Dag: Em ê bi têkoşîneke hevpar faşîzmê hilweşînin

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dêrsim Dag got, "Em ê bi têkoşîneke hevpar faşîzmê hilweşînin. Ciwan tên ku îradeya xwe nîşanî we bidin."

Meclisa Ciwanên HDP'ê beriya Konferansa Mezin a 6-7'ê Hezîranê bê lidarxistin, li avahiya Navenda Giştî civiya.

Berdevka Meclisa Ciwanan û Parlamentera Amedê Dêrsim Dag di destpêka civînê de axivî. Dag destnîşan kir ku demek dirêj e Meclisa wan biryarên Meclisbûnê xistiye meriyetê û ev civîna ewil a Meclisa Ciwanan a Navendî ye ku li dar dixin û ji bo xebatên ciwanan serkeftin xwest.

‘BI RÊXISTINBÛNÊ EM BERSIV DIDIN GIRTINAN’

Dag anî ziman ku demek dirêj e li ser endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û xwendekaran bi awayek sîstematîk tên destgîrkirin, girtin û revandin pêk tên û got: “Me mînaka vê ya dawî li Amedê hefteyek berê dît 10 hevalên me ku endamên Meclisa me ne bi awayek dijhiqûqî hatin girtin. Em li vir silavên xwe ji wan re dişînin. Îktidara ku hewl dide xebatên Meclisa me bi destgîrkirin, girtin û zextan têk bibe, îro vê civîna me bersiva herî mezin ji bo wan e. Em ê rêxistinbûna xwe berbelav bikin û bersiva herî baş bi vî awayî bidin îktidarê.”

‘EM Ê FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN’

Dag diyar kir ku êrişên sîstematîk ên îktidarê tenê li ser endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê pêk tên û wiha axivî: “Di demên dawî de êrişên zêde li ser xwendekarên zanîngehan jî pêk tê. Herî dawî xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê û xwendekarên ODTU’yê bi awayek dijhiqûqî hatin destgîrkirin. Armanca van zext û destgîrkirina ew e ku rêxistinbûyîn û xebatên ciwanan û xwendekaran lawaz bikin û têk bibin. Em baş dizanin ku wê endamên Meclisa me û ciwanên rêxistinên din serî li ber gef, zext û destgîrkirin û girtinên vê îktidarê stûyê xwe xwar nekin. Me têkoşîn û ruhê Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Mazlûm Dogan, Alî Çîçek û gelek cangoriyên din dewr girtiye û em ê vêya heta dawî bidomînin. Em li vir carek din destnîşan dikin ku em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin.

CIWAN WÊ LI BER XWE BIDIN

Ciwan wê li ber van êrişan stûyê xwar nekin. Ciwan wê xwe bi xwe hilberînin û xwe hişmend bikin û dê her tiştî bi xwe bikin. Em ê hin bêtir xwe bi rêxistin bikin û wê berxwedana me bi ser bikeve. Em ê her rêxistin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Serkeftin wê ya me be. Em wek Meclisa Ciwanan a HDP’ê tên ku iktidara ciwanan ava bikin. Wek ku ciwan her tim dibêjin, ray may ji bo AKP’ê tune ne. Ciwan dê bi xwe îktidara xwe, gotina xwe ava bikin û dê îradeya xwe nîşan bidin.”

 Piştî axaftina Dag civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.