Dag: Em ciwanan vedixwînin nava Meclîsên Ciwanên HDP'ê

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag bang li ciwanan kir ku di Meclîsên Ciwanên HDP'ê de xwe bi rêxistin bikin.

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag di civîna çapemeniyê ya li avahiya partiya xwe de rojev nirxand.

Dag bal kişand ser Darbeya 4'ê Mijdarê û wiha got: "Îro 4'ê Mijdarê salvegera operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partiya me ye. Di 4'ê Mijdara 2016'an de bi operasyona qirkirina siyasî hevserok, wekîl û xebatkarên me yên partiyê, dîl hatin girtin. Armanca operasyona qirkirina siyasî gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz, ji têkoşîna siyaseta demokratîk dûr xistinbû. Lê ne darbeya li dijî siyaseta demokratîk a salên 90'î û ne jî darbeya 4'ê Mijdarê nekarîn me têkoşîna me ya qada siyaseta demokratîk dûr bixin."

Dag di der barê civînên Komîsyona Plan û Budçeyê de wiha axivî: "Îro li Tirkiyeyê butçeya ku ji bo ciwanan tê veqetandin tenê milyarek û 881 milyon lire ye. Desthilatdariya ku 182 milyar lîre ji bo şer vediqetîne, nikare ji bo ciwanan budçeyê veqetîn e, pirsgirêkên ciwanan nabîne û ciwanan mehkûmî xizanî û bêkariyê dike.”

Dag bal kişand ser pirsgirêkên xwendekaran û wiha got: "Tevî ku zêdeyî 3 milyon xwendekar di xwendina bilind de qeydkirî ne jî, kapasîteya yurdên zanîngehê tenê 850 hezar e. Odeyên razanê dişibin girtîgehan. Odeyên 4 kesî hatin guhertin kirin odeyên 8 û 10 kesî.”

Dag bal kişand ser hilweşîna aborî û bêkariyê û wiha got: "Îro ji 4 ciwanan 3’yê wan bêkar in .Ji sedî 50’yê ciwanan zanîngehê qedandine lê bêkar in an jî wek hêza keda bêkalîte di bin meaşê herî kêm de dixebitin. Divê ji hemû xwendekaran re herî kêm 5 hezar TL burs bê dayîn. Divê xwarin û cihên wan ên razanê bêpere bin. "

‘DESTHILATDARIÎ PÊŞÎ LI TIRYAKÊ NAGIRE’

Dag got, "Li tevahiya Tirkiyeyê bi taybetî li bajarên Kurdistanê ciwanan bi tiryakê ve hatine girêdan. Li her kolanê û li ber dibistanê tiryak difiroşin. Desthilatdarî ji bo vê yekê tedbîran nagire û ji ber vê îro zarokên 11-12 salî jî bi tiryakê ve hatine girêdan. Ji 4 ciwanan 3 jê bêkar in, ji sedî 75’ê ciwanan naxwazin li Tirkiyeyê bijîn, ji sedî 51’ê wan difikirin ku azadiya ramanê tune ye, budçeyek ji aliyê desthilatdariyê ve nayê veqetandin. Desthilatdarî hemû butçeya xwe ji bo şer û alîgirên xwe vediqetîne."

Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag wiha dewam kir: "Em bang li hemû xwendekar, hemû ciwan, hemû jinên ciwan dikin ku di bin banê Meclîsên Ciwanên HDP'ê de têkoşînê bi rêxistin bikin û mezin bikin. Ez careke din dibêjim; teqez em ê butçeya 2024'an bikin butçeya ciwan û jinan."