Dadgehê ku tecawizkar bêsûc nîşan da, ji ber heqareta li tecawizkar ceza da
Lîstikvan Ezgî Mola bi îdiaya ku heqaret li leşkerê Tirk Mûsa Orhan ê ku li Êlihê tecawiz li Îpek Er kiribû û ew ber bi întîharê ve biribû, hat cezakirin.
Lîstikvan Ezgî Mola bi îdiaya ku heqaret li leşkerê Tirk Mûsa Orhan ê ku li Êlihê tecawiz li Îpek Er kiribû û ew ber bi întîharê ve biribû, hat cezakirin.
Dadgeha Cezayê Asliye ya 31’emîn a Enqereyê 6 hezar û 900 lîre cezayê pere li lîstikvan Ezgî Mola birî.
Di derbarê Mola de bi hinceta ku li ser medyaya dîjîtal heqaret li çawîşê pispor Mûsa Orhan ê ku tecawizê Îpek Er kiribû û ew ber bi întîharê ve biriye de, doz hat vekirin.
Mola ji ber ku Orhan nehate girtin li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bertek nîşan da. Parêzerê Orhan jî derbarê Mola de serlêdana sûc kir.
Dadgeriya Tirk a ku tecawizkar bêsûc nîşan da, îdianameya ku di derbarê Mola de heta 2 sal û 4 mehan cezayê girtîgehê tê xwestin qebûl kiribû û li 31'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê doz vekiribû.