Dadgeha Destûra Bingehîn xwedî li hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê derket

Dadgeha Destûra Bingehîn di serlêdana der barê hovîtiya li jêrzemînên Cizîrê de got, "Bikaranîna hêza kuştin, pêwîstî bû."

Demek berê Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana der barê hin kesên ku di êrîşên qirkirinê yên 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di jêrzemînên xaniyên xwe de asê mabûn û hatin qetilkirin, "nayê qebûlkirin" dîtibû. Derbarê serlêdanên "binpêkirina mafê azadî û ewlehiya şexsî", "binpêkirina mafên serîlêdana takekesî" û "qedexekirina muameleya xerab, binpêkirina mafê rêzgirtina li jiyana taybet û malbatî û azadiya dîn û wijdanê" de biryara hincet hate dayîn. Di biryara bi hincet de ya Dadgeha Destûra Bingehîn hat îdiakirin ku di warê prosedurî û bingehîn de "tu binpêkirin" tune ye. 

Her wiha hat îdiakirin ku "wendahiyên sivîl” çênebûye û hat gotin, "Gihane qenata ku bikaranîna hêza kuştinê pêwîstiyeke teqez e."

Di biryarê de, der barê îfadeya polîs û leşkerên ku tevlî şer bûne yan na jî ev tişt hat gotin, "Nepêkane ku bê tespîtkirin bê kîjan mirov ji aliyê kîjan wezîfedaran ve hatine kuştin."