Ciwanên Kurd televîzyona dewletê dagir kirin

Ciwanên Kurd televîzyona dewletê dagir kirin

Li paytexta Franse Parîsê komek ciwanên Kurd bi armanca bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên siyasî yên Kurd ve hatiye destpêkirin, avahiya kanala televîzyona dewleta Franseyê dagir kirin.

Derdora 30 ciwaên Kurd, duh danê êvarê avahiya weşanê ya kanalên dewletê France 2-3-4-5 ya li semta Pont du Ganglianoyê dagir kirin. Ciwanên ku di destên wan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hebûn, bêdengiya çapemeniya Frensî protesto kirin û ji bo Ocalan dirûşim qêriyan.

Ciwanan piştre bi rayedarên kanalê re hevdîtin pêk anîn û dosyayek der barê greva birçîbûnê de pêşkêşê kanalê kirin. Ciwanan bi dirûşiman dawî li çalakiya xwe anîn.