Ciwanên Bexdayê êrîşa leşkerên Iraqê ya li ser Şengalê protesto kirin
Komek ciwan û çalakvanên siyasî li paytexta Iraq Bexdayê li Kolana Mûtenebî kom bûn, êrîşa leşkerên Iraqî ya li ser navçeya Sinûn a Şengalê protesto kirin.
Komek ciwan û çalakvanên siyasî li paytexta Iraq Bexdayê li Kolana Mûtenebî kom bûn, êrîşa leşkerên Iraqî ya li ser navçeya Sinûn a Şengalê protesto kirin.
Ciwanên Bexdayê êrîşa leşkerên Iraqê ya li ser Şengalê bi çalakiyekê protesto kirin. Ciwanên ku li hev kom bûn, bi dowîzên hildayîn êrîşa leşkerên Iraqê ya li Şengalê prosto kirin. Ciwanan daxwaz kir ku rewşa Şengal aram bibe û alîkariya xelkê herêmê bê kirin. Şer ji herêmê dûr bixin.
Ciwanan di peyamên xwe de anî ziman ku Şengal ciheke ku qûrbaniyên mezin dane, nekin qada şer. Ciwanan dest nîşan kir ku divê rêya aştî bê hilbijartin li şûna şer, her wiha diyar kir ku bajar nekin qurbanê berjewendiyên aborî.
Çalakiya ciwanan hemwextî çalakiya xelkê Şengalê ku li dijî hebûna leşkerên Iraqê ya li Şengalê pêk hat.
Li Şengalê piştî ku di 2’yê Gulanê de êrîşên artêşa Iraqê sekinî, ev çend roj in ku civaka Êzidî bi çalakiyên cûda helwesta xwe ya li hemberî artêşa Iraqê nîşan dide û li dijî polîtîkayên şer disekine.