Ciwanên Baskî ji bo girtiyên kurd ketin grêva birçîbûnê

Ciwanên Baskî ji bo girtiyên kurd ketin grêva birçîbûnê

Bi armanca piştgiriya li girtiyên siyasî yên Kurd ku di girtîgehên Tirkî de di grêva birçitiyê de ne, komeke civan a Baskî kete grêva birçitiyê. Hata hîn bûn ku hin komên din jî wê tevlî grêva birçitiyê bibin ku grêv roja duşembê li welatê Baskan, li bajarê San Sebastîanê dest pê kiribû. Berdevkê Tevgera Ciwanan a San Sabastîanê, Joska Natkeyê ku ji ANFê re axivî wiha got; ‘’ Çalakiya me çalakiya silavdayina li berxwedana Kurdistanê ye. Em ne xerîbê grêva birçitiyê ne. Herî dawî li girtîgehê gelek hevalên me yên ku 45 rojan di grêva birçitiyê de mabûn, nexweş ketin. ‘’

Dema ku hê jî grêva birçitiyê ya girtiyên kurd ku di zindanên Tirkî de didomînin, ji devera Baskê ya Spanyayê, desteke watedar hat. Li bajarê San Sabastiyan a Baskê, komeke ciwanan ji doh sibehê ve bi navê ‘’piştgiriya li Kurdistanê’’ ketine grêva birçitiyê. Çalakiya ku ji hêla Tevgera Ciwanan a Sabastiyanê ku li maleke dagirkirî didome, wê heta sibehî dom bike.

Çalakiyê niha ciwanên bi navê Joska Natke, Anne Balzola Û Itzar Galborsola didomînin. Berdevkê ciwanan Joske Natke di derbarê çalakiya piştigiriyê ya 48 saetan de bi telefonê agahî da ANF û ragihand ku grêva birçitiyê ji sibehî û pê de wê komeke din bidomîne û da zanîn ku roja Înê jî li paytexta devera Baskê, Vîtorîa- Gasteîzê wê çalakiyeke din dest pê bike.

‘’EM BAŞ DIZANIN BÊ GRÊVA BIRÇITIYÊ TIŞTEKÎ ÇAWA YE’’

Joska Natke bal kişand ser wê ku tevgera ciwanan ji bo serxwebûna Baskê û azadiya girtiyên siyasî tê dikoşin û got; ‘’Têkoşîna me dişibe têkoşîna Kurdistanê. Em ne xerîbê grêva birçitiyê ne. Ê me jî 700 girtiyên me yên siyasî hene. Herî dawî nêzîkî 60 hevalên me 45 rojan ketin grêva birçitiyê û gelek jê ji bo vê sedemê nexweş ketin. ‘’

Çalkagirê Baskî Natke herî dawî peyameke wiha ji girtiyên ku di grêva birçitiyê de ne şand: ‘’Hûn ne bi tenê ne. Herçiqasî bi hezaran kîlometreyî em dûrî we bin jî dengê we tê me. Bi raman û hestên xwe em li cem we ne. Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de daxwazên we bêne bicihanîn.’’