Ciwana li Marsîlya û Viyanayê ji bo girtiyan çalakî pêkanî

Ciwana li Marsîlya û Viyanayê ji bo girtiyan çalakî pêkanî

Ciwanên Kurd li bajarê Marsîlya û paytextê Awûstûrya Viyanayê ji bo piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên Tirk dayî destpêkirin, çalakiyên dagirkirin û rûniştinê pêkanîn.

Ciwanên Kurd li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî li îstasyona Saint Charlevê çalakî pêkanîn. 20 ciwanên ku bi pankarta bal kişandin ser çalakiya birçîbûnê ya li zindanan, xwe li nava îstasyonê avêtin erdê. Ciwanên ku bi cilên çalakiya birçîbûnê xwe li erdê dirêj kirin, kesên derdor eleqeyek mezin nîşandan. Di dema çalakiyê de komek ya ciwana de, belavokên balê dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û çalakiyên birçîbûnê hatin belavkirin.

Li paytextê Awûstûrya Viyanayê jî ciwana li ser rêya avahiya parlementoyê rê dagirkirin. Di çalakiya ciwana ya rê dagirtinê de, sloganên balê dikişînin ser çalakiya birçîbûnê avêtin. Çalakiya rê dagirtinê piştî demek kurt bê bûyer bidawî bûn.