Cigirê Serokê Parlentoya Norwecê piştgirî da greva birçîbûnê

Cigirê Serokê Parlentoya Norwecê piştgirî da greva birçîbûnê

Ji bo piştgîriya greva birçîbûna ya girtiyên siyasî yên Kurd, Kurdên li Osloya pateyxta Norwecê jî 3 rojan dikevin gireva bircîbunê. Her wiha siyasetmedarê eslê xwe Pakistan Akhtar Chuadry ku endamê Partiya Sosiyalîstên Çep (SV) û Cîgirê Serokê Meclisê ye beşdarî çalakiya kurdan bû û piştgîriya xwe anî ziman

Kurdên Norwecê bi vê armancê roja çarşem, 7’ê mijdar demjimêr 12:00 bi vedana kon li ber avahiya Parlementoya Fînlandiya ya li bajarê Oslo dest bi gireva birçîbûnê kirin û vê heya 3 rojan bidome.

Di roja despêka çalakiye de gelek destek û peyamên piştgirîye li gelek aliyan ve hatin. Gelek nunerên Parlementoyê serdana konê çalakiyê kirin û daxuyanî û piştgiriya xwe anîn ziman.

Yek ji wan siyasetmedarê eslê xwe Pakistan Akhtar Chuadry ku endamê Partiya Sosiyalîstên Çep (SV) û Cîgirê Serokê Meclisê ye beşdarî çalakiya kurdan bû û piştgîriya xwe anî ziman û got ku "hemû girtiyên siyasî dviê serbest bêne berdan û zimanê kurdî jî gereke di fermiyetê de bê qebulkirin. Hemû mercên girtiyan bi cih bên".

Her wiha dostên kurd nunerê Perlementoyê û endamê Partiya Karker (AP) Gorm Kjernli jî beşdarî çalakiya kurdan bû û xwest ku xwestekên girtiyên di girevê de ne bêne qebulkirin û hukumeta tirk divê bikve nava hewildanên çareseriyê.

Greva birçîbûnê her roj demjimêr 12 heta 16 li konê ber derê Parlemetoyê dê pêk bê û piştî demjimêr 16:00 an jî, dê li Komeleya Çanda Kurdistanê ya Osloyê berdewam bike. Kurdistanî dê li ber derê parlementoyê îmze kom bikin û belavoka belav bikin. Roja înê jî 09.11.2012, demjimêr 14:00 wê meşek girseyî ku ji aliyê gelek rêxistin û saziyên Kurdistanî û Norwecî ve tê organîzekirin dê bê li darxistin.

Meş dê li navenda oslo li Jernbanetorget ( trafikanten) dest pê bike û heya ber Parlementoyê bidome. Li wir jî civîneke gîrseyî tê lidarxistin û demjimêr 16:00 dawî li çalakiyên 3 roja tînin