Çîçek wê bi Hevserokên BDP'ê re li ser destûra bingehîn a nû rûnê

Çîçek wê bi Hevserokên BDP'ê re li ser destûra bingehîn a nû rûnê

Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek, wê roja Sêşemê bi Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak re hevdîtinê pêk bînin.

Serokê Parlamentê Cemîl Çîçek ku piştî ji nû ve ji bo Serokatiya Parlamentê hat hilbijartin, der heqê xebatên destûra bingehîn a nû de daxwaza hevdîtinê li lîderan kir û wê hevdîtina xwe ya yekemîn bi Hevserokên BDP'ê re pêk bîne. Çîçek û Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak wê saet di 15.00'an de hevdîtinê bikin.

Çîçek wê saet di 16.00'an de jî bi lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re hevdîtinê bike.