Chomsky: Divê li dijî çekên kîmyewî em têkevin tevgerê

Zimannas û fîlozof Noam Chomsky ê ku li dinyayê tê naskirin, diyar kir ji ber ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrîşan dike divê derbarê wê ‘lêpirsîneke xurt were destpêkirin’ û got ‘Divê li dijî êrîşan teqez gav werin avêtin.’

Fîlozof û zimanzan Noam Chomsky û di kanala Medyahaberê de pirsên derbarê êrîşên dewleta Tirk û zextên ên rojnamevan Selahattîn Işildak bersivand.

Chomsky polîtîkayên şer ên ku dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dike, bi bîr xist û got, "Hikûmeta Tirk hovîtiyên gelekî giran kir. Di şerê ku di salên 1990'î de li Tirkiyeyê li dijî Kurdan da meşandin, gelek sûcên hovane kirin, bi deh hezaran mirov kuştin. Bi sed hezaran kes neçar man bibin penaber, bi hezaran gund hatin şewitandin, her cure êşkence hate kirin.”

DIVÊ GAV WERE AVÊTIN

Chomsky diyar kir ku mînaka nû ya hovîtiya ku li Kurdistanê tê jiyîn bikaranîna çekên kîmyewî ye û wiha got: "Ji wê demê heta niha gelek mînakên hovîtiyên dewleta Tirk hene. Lewma dibe ku ev (bikaranîna çekên kîmyewî) rast be, lê di destê min de delîlên rast tune. Bi rastî ez nikarim li ser vê rewşa taybet tiştekî bibêjim, lê IPPNW rêxistinek pir pêbawer e. Damezirênerê wê jî hevalek min ê nêz e. Bê guman şandina komîteyek lêkolînê ya serbixwe wê baştir be. Ger rêyek hebe ku mirov vê meseleyê bibe Neteweyên Yekbûyî, teqez divê gav were avêtin.”

CHOMSKY BANG LI SWÊDÊ KIR YA KU XELATA NOBELÊ DAYE IPPNWÊ

Chomsky bal kişand ser tesbîtên IPPNW yên derbarê êrîşên kîmyewî de û wiha got: "Ev sûcdarkirinên pir giran in. Ew (doktorên IPPNW Jan Van Aken û Josef Beppe Savary) kesên ji rêxistineke ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye û xwedî rêz û hurmeteke mezin in. Ji ber vê yekê ev bê guman bingehek rewa ji bo vekolîn/lêkolînek cidî diafirîne. Dibe ku hin hukûmetên neteweyî bixwazin ku pêşengiya însiyatîfek wisa bikin. Dibe ku hukûmeta Swêdê be ya ku xelata Nobelê daye IPPNW."

Chomsky rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê jî rexne kir û wiha got: "Ez bawer nakim hikûmeta herêmê daxwaza lêpirsîneke cidî bike. Heke vegerin ser Komkujiya Helebçeyê, mixabin ez vê dibêjim, lê hêza ku rê li lêpirsînê girt Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bû. Ya rastî rêveberiya Reagenê sûcdarkirina Seddam Huseyîn red ki. Yên ku piştgirî didan Seddam Huseyîn, li şûna ku wî sûcdar bikin, hewl dan ku sûc têxin stûyê Îranê. Reagen bi xwe nehişt ku di kongreya DYE’yê de qetlîam were protestokirin. Îro wê DYE bibêje çi ez nizanim. Li gorî min wê hikumeta herêmê jî nikaribe tiştekî bike. Dibe ku dewleteke serwer karibe di vî warî xwe nêzî NY an jî saziyeke wê bibe da ku lêpirsîn were destpêkirin.

GIRTINA ŞEBNEM KORÛR FÎNCANCI

Prof. Dr. Chomsky girtina Şebnem Korur Fincanci ya ji ber daxwaza lêpirsîna êrîşên kîmyewî hat destgîrkirin bi bîr xist û got: "Ji bo ku em fêm bikin ka dewleta Tirk çiqas zordar û otorîter e, hewcedariya me bi delîlan nemaye. Ji ber vê yekê xwezayî ye ku her mirovek rast û asayî divê bi tundî protesto bike. Lê protestoyek bi bandor ew e ku hin rêxistinên navneteweyî an dewletek têra xwe bi bandor be, protestoyê bike da  ku bigihêje raya giştî. Ez dikarim protesto bikim, lê ev nayê tu wateyê. Ji ber vê divê dewletek an jî Swêd serî li Neteweyên Yekbûyî bide û ji bo lêpirsîna van sûcdariyên cîddî bang bike.”

‘DIVÊ EM NE LI BENDÊ BIN KU DEWLETÊN SÛCDAR LI SER SÛCÊN XWE LÊPIRSÎNÊ BIKIN’

Chomsky anî ziman ku divê ji dewletên sûcdar neyê hêvîkirin ku ew sûcên lêkolînê bikin û wiha dewam kir: “Ew ê vê nekin. Her weha divê ew lêkolîna tawanên hovane yên ku wan di salên 1990’î de pêk anîn, tawanên nûtir, tawanên ku wan di dagirkirina herêmên Kurdan ên li Sûriyê de pêk anîn jî eşkere bikin. Lê hûn nikarin qebûl bikin. Hûn nikarin li bendê bin ku dewletên sûcdar sûcên xwe lêkolîn bikin. DYE sûcên xwe bi xwe lêkolîn nake. Dixwazin sûcên din jî bên lêkolînkirin. Û dewleta Tirk wê ji DYA, Fransa û Îngilîstanê zêdetir ne berpirsyar be. Ji ber vê yekê divê bikin. Mixabin, cîhana hêzê bi vî rengî naxebite. cîhana hêzê; hin caran bi awayekî ku vediguhere zextên hikûmetê û wekî zextên li ser gel  didome. Gelek tişt hene ku yên bi hêz dikarin bikin. Lê heta ku zextên giran li wan neyê kirin, wê tişta ku divê bikin jî nekin.”

BI PIŞTGIRIYA DYE ÊRÎŞ HATIN KIRIN

Chomsky da zanîn ku piraniya hovîtiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bi desteka berfireh a DYA’yê pêk hatiye û got “"Dibe ku civaka navneteweyî berpirsyariya binpêkirinên cidî yên mafên mirovan bigihîne raya giştî, da ku hêzên dewletê neçar bike ku bersivê bide wan. Her çend dijwar be jî, carinan ev yek dikare pêk were. Em dizanin ku berpirsiyariyên wan çi ne. Lewma pêwîst e, vê erka xwe ya giran bi cih bînin.Tenê ez mînakekê bidim, em li hovîtiya ku desthilatdarên Tirk di salên 1990î de li Kurdan kirin binihêrin. Gelek ji wan bi piştgirîya berfireh a hukûmeta Amerîkî hatin kirin. Di rastiyê de, rêveberiya Clinton ji beriya destpêkirina operasyonên kontrgerîla yên, dema ku di salên 1990’î de sûc gelekî zêdetir bû, piştgirî dan Tirkiyeyê.”

PIŞTGIRIYA JI BO FÎNCANCI Û ROJNAMEVANÊN KURD

Prof. Dr. Chomsky piştgiriya ji bo Şebnem Korûr Fîncanci û 9 rojnamegerên Kurd ên hatine girtin anî ziman û got, "Em piştgiriyê didin wan. Ji bo ku bi şert û mercên zehmet re rû bi rû ne, cesaretê ji wan re dixwazim. Ji bo eşkerekirina pêkanînên hovane yên li ser wan tê kirin, bi hemû hêza xwe tişta ji destê me tê em bê bikin.  Bizanibin ku gelek kes hene ku hurmeta wan mezin ji karê we re heye û bi qasî ku ji destê wan tê hewl didin ku piştgiriyê bidin we."