Cezayê pere li mamosteyê ku bi Kurdî axiviye hat birîn
Di lêpirsîna ku der heqê Mamosteyê zimanê Tirkî Hudaî Morsumbul ku li Mêrsînê erkdar bû bi hinceta ku bi xwendevanên xwe re bi Kurdî û Erebî axiviye de cezayê “qutkirina meaşê” hat dayîn.
Di lêpirsîna ku der heqê Mamosteyê zimanê Tirkî Hudaî Morsumbul ku li Mêrsînê erkdar bû bi hinceta ku bi xwendevanên xwe re bi Kurdî û Erebî axiviye de cezayê “qutkirina meaşê” hat dayîn.
Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê derbarê mamosteyê zimanê Tirkî Hudaî Morsumbul ê ku li Dibistana Navîn a Ulubatlı Hasan dixebitî bi hinceta ku ji xwendevanên xwe re bi Kurdî û Erebî axiviye û ji xwendevanên xwe re dersên bijarte yên Kurdî hildibijêre lêpirsîna îdarî da destpêkirin.
BIRYAR JI MAMOSTE RE HAT RAGIHANDIN
Di encama lêpirsînê de ji bo Morsumbul cezayê “kêmkirina bi qasê 1/30 ji mûçeya mehane" hat birîn. Di biryara ku ji aliyê mufetîşan ve bi encamkirin û ji Morsumbul re hatiye ragihandin de, di encama lêpirsînê de behsa rapora 663.07/11 a 6’ê Nîsana 2022’an a bi hejmara 663.07/11’ê kir û wiha hate gotin: “Her çiqasê berê gilî û hişyarî li we hatibe kirin jî, mufredata dersa Tirkî ya ku divê di pola 5’emîn de were dayîn, ji mufredata dersa Tirkî derketiye û ji ber ku hat fêmkirin ku we di dersên Tirkî de Kurdî û Erebî daye xwendevanan û we peyvên Kurdî û Erebî daye nivîsandin, pêşniyara cezakirina we hat kirin. Li gorî xala 125/C-a ya zagona jimare 657'an a karmendan di derheqê we de cezayê 'kêmkirina bi qasê 1/30 ji mûçeya mehane' hat xwestin ku di encama nirxandina agahdarî û belgeyan û dosyaya lêpirsînê de sûcê te hatiye piştrastkirin.
Li gorî xala 125/C-a ya qanûna jimare 657'an, guncav hatiye dîtin ku hûn bi cezayê 'kêmkirina bi qasê 1/30 ji mûçeya mehane’ werin cezakirin…”
Morsûmbûl ê 23 sal mamosteya zimanê Tirkî ye ji dibistana xwe sirgûnî Dibistana Navîn a Yusuf Bayik ya Yenîtaşkent hat kirin.