Cenazeyên şervanên YPG'ê Ataman û Bîlen hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Ataman û Bîlen hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Ataman û Bîlen hatin veşartin
Cenazeyê şervanên YPG'ê Azad Bîlen ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Sêgirkê, cenazeyê şervanê YPG'ê Lokman Ataman jî li navçeya Elkê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Azad Bîlen (Cuma Goyî) û Lokman Ataman (Hakî Xemgîn) ên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan li bajarokê Sêrgirkê û navçeya Elkê ya Şirnexê bi girseyî hatin definkirin. Konvoya cenazeyên Bîlen û Ataman di ketina bajarokê Sêgirêkê yê Qilabanê de ji aliyê girseya ji Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, hevşaredarên navçeyan, rêveberên DBP'ê û gelek welatiyan ve bi sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG û YPJ'ê" û "Be Serok jiyan nabe" hat pêşwazîkirin. Piştre cenazeyê şervanê YPG'ê Azad Bîlen ji wesayîtê hate girtin û ser milan bi meşê birin goristana bajarok.
Piştî meşê cenazeyê Bîlan li goristanê bi çepik û tîlîliyan hate definkirin. Li dû karên definkirinê sirûda "Ey reqîp" hate xwendin. Ji ber ku malbata Bîlen ji ber zextên pergala cerdevaniyê qebûl nekirin di sala 93'an de koçberî bûn û li Mexmûrê bûn tenê dayîka wî Canê Bîlen tevlî merasîma cenaze bû. Canê Bîlen diyar kir ku zarokê wî şehîdê hemû gelê Kurd e û wiha got: "Serê hemû gelê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be."
Bavê Bîlen Edîp Bîlen jî bi riya telefonê di merasîma cenaze de axaftine kir û diyar kir ku têkoşîna tevgera azadiya kurd a 40 salan li Kobanê gihiştiye asta herî jor.
Pişt re cenazeyê Endamê YPG'ê Lokman Ataman (Hakî Xemgîn) jî li dûryana riya Elk û Colemêrgê ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Ataman di ketina navçeyê de ji aliyê welatiyan ve bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG/YPJ" û "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de pankarata alên PKK, YPG û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wênê Ataman li ser hate vekirin. Cenazeyê Atman li Kolana Cumhuriyetê li ser milana bi meşekê heya goristana navçeyê birin û piştî vecîbeyên olî hate definkirin.