Cenazeyê parêzerê malbata Dînk hat veşartin

Cenazeyê parêzerê malbata Hrant Dînk, Hakan Bakircioglû ji aliyê hezaran ve bi merasîmekê hat veşartin.

Parêzer Hakan Bakircioglû yê ku dosyaya Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk yê di 19’ê Çileya sala 2007’an de li Stenbolê hatibû qetilkirin, dinihêrt, di 50 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Bakircîoglû ev demek bû li Nexweşxaneya Zanîngeha Topkapiya Koç a Stenbolê tedawiya penceşêrê didît. Cenazeyê Bakircîoglû, bi merasîmekê li Dêra Patrîkxane ya Dayika Meryem a Kûmkapiyê ber bi rêwitiya dawî ve hat birêkirin. Malbata Dînk, Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, parêzer, rojnameger, partiyên siyasî, Dayikên Şemiyê û gelek kes tev li merasîmê bûn.

Piştî merasîma li dêrê, cenazeyê Bakircioglû li Goristana Ermeniyan a Balîklî hat veşartin.