Cenazeyê 6 şervanên YPG û YPJ’ê anîn Rihayê
Cenazeyê 6 şervanên YPG û YPJ’ê anîn Rihayê
Cenazeyê 6 şervanên YPG û YPJ’ê anîn Rihayê
Cenazeyê 6 şervanên YPG û YPJ’ê yên di berxwedana Kobanê dejiyana xwe ji det dan, ji bo otopsiyê anîn Rihayê.
Şervanên YPG û YPJ’ê Azad Anter, Tuba Karar (Verjîn Koçer) (24), Îbrahîm Erbay (24), Vahap Guven (Îbrahîm Vehad) (27), Murat Kaysî (Demhat Şoreş( (18) û Yusuf Eker (Bawer Garzan) (18) ji bo kar û barên otopsiyê ji deriyê sînor yê Murşîtpinarê hate girtin û birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
Piştî kar û barê otopsiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Anter bişînin Qoser a Mêrdînê, ya Erbay û Kaysî bişînin Sêrtê, ya Guven bibin Dêrik a Mêrdînê, ya Eker bibin Tetwan û şervana YPJ’ê Karar jî dê bişînin Êlihê.
Li aliyê din şervanê YPG’ê Mazlum Batman ku di demên borî de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû û anîbûn Rihayê, ji ber xwe negihiştibûn malbatê, biribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan ya Rihayê. Hat hînbûn ku malbata Mazlum Batman li Êlihê dijîn û dê îro biçin Cenazeyê bigirin.