Çalakiya Kurdan a ku 30-31’ê cotmehê li ber avahiya Parlementoya Swêdê hate pêkanîn, bêdengiya çapemeniya Swêdê ya li hemberî greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd xira kir.
Ajansên nûçeyan ên herî mezin ên Swêdê TT û Ekotê û tevahiya çapemeniya Swêdê çalakiya Kurdan a li ber parlementoyê û grevên birçîbûnê yên girtiyên Kurd û daxwazên wan anî rojevê. Bi vî awayî di çapemeniya Swêdê de gotûbêjkirina girtina rojnamevan, xwendekar, parêzer, sendîkavan û parêzvanên mafê mirovan dest pê kir.
Televîzyona dewletê ya Swêdê (Svt) duh ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de û daxwazên wan bernameyek 10 deqeyî çêkir. Televîzyonê diyar kir ku li Tirkiyeyê 683 girtiyên Kurd ji bo perwerdehiya bi Kurdî û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Nûçegihanê Rojhilata Navîn ê televîzyonê Samir Abu Eid ragihand ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo grevên birçîbûnê çalakiyên mezin ên piştgiriyê pêk hatin.
Samîr bal kişand ser axaftinên Erdogan ên li Almanyayê derbarê grevên birçîbûnê de kir û diyar kir ku daxuyaniyên rayedarên dewletê ji hev du nagirin.
Ji mezintirîn rojnameyên Swêdê Svenska Dagsbladetê jî nivîsek weşand û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku bi sedan girtiyên Kurd li Tirkiyeyê ji bo mafê perwerde û parastina bi Kurd û rakirina tecrîda li ser Ocalan jiyana xwe xistine xeteriyê.
Di nivîsa bi îmzeya Bitte Hammargren de, tê diyarkirin ku Kurd ciwanên diçin serê çiyayan weke terorîst nabînin û diyar kir ku Kurd dibêjin ku têkoşîna çekdarî ya Kurdan ji ber redkirina mafên Kurdan derketiye holê.