Cangoriyên 1’ê Gulane hatin bîranîn û banga tevlêbûna 1’ê Gulanê hate kirin

DÎSK , KESK, TMMOB, TDB û TTB’ê li Kaşê Kazanci, Şîşhane û Kadikoyê cangoriyên 1’ê Gulanê bi bîr anîn û ji bo tevlêbûna 1’ê Gulanê bang li gel hate kirin.

Nûner û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Hekîmên Diransazên Tirk (TDB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ku pêşengiya pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dikin, li Kaşê Kazanci, Şîşhane û Kadikoyê yên Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyan de cangoriyên di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên berê de hatine qetilkirin bi bîr anîn. Gelek siyasetmedar jî tev li bernameyên bîranînê bûn. 

Di daxuyaniyên bîranînê de banga beşdariya mitînga 1’ê Gulanê gel hat kirin.