Şaxa Ozgur-Der'ê ya Amedê diyar kir ku, daxwazên girtiyan daxwazên mafdarin û xwest ku demildest gav bên avêtin. Çalakiya birçîbûnê ya li Şirnexê destpê kir di roja 4'emîn de ye. Li Semsûrê jî 17 welatiyan dest bi çalakiya birçîbûnê kir. Li Edeneyê jî malbatên girtiyan li gel polîsan "konê berxwedanê" dest ser kirin li qada konê çalakiya xwe berdewam dikin. Odeya Tabîban a Mêrsînê û Şaxa SES'ê ya Mêrsînê jî xwestin ku ji bo tu mirin û seqetbûn pêk neyên divê hemû tenduristvan kedê bidin.
AMED
Serokê Şaxa Ozgur-Der'ê yê Amedê Prz. Serdar Bulent Yilmaz têkildarî çalakiya girtiyên PKK’ê û PAJK'ê ya greva birçîbûnê ya ku ket roja 50'emîn daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, çalakî di rewşekî gelek krîtîk de ye û wiha hate gotin: "Çalakiya ket meha duyemîn bi xwe re gelek pirsgirêkên tendurîstî bi xwe re tîne. Dibe ku mirin jî pêk bên. Daxwazên tînin ziman ji xwe di nav daxwên çareseriya pirsgirêka Kurde ne. Divê ev daxwaz di çarçoveya mafên bingehîn de bên girtin. Divê daxwaz demildest bên dîtin. Ji xwe divê bi lezgînî ev pirsgirêk bêyî rojiya mirinê bên çareserkirin. Divê hêj tu encaman nexweş pêk nehatin diyalog dest pê bike."
ŞIRNEX
Li Şirnexê çalakiya birçîbûnê ya dorveger ya bi armanca piştevaniya çalakiya girtiyan hate destpêkirin di roja 4'emîn de ye. Çalakiya li avahiya BDP'ê ya Şirnexê berdewam dike koma duwemîn dewir girt. Çalakvanên birçîbûnê yên piranî jinin bang li dewlet û hikûmetê kirin ku daxwazên girtiyan bi cih bînin. Saadet Altinç diyar kir ku ew mirina zarokên xwe temaşe nakin û bang bihestiyariyê kir. Piştî axaftinan sloganên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin.
SEMSUR
Li Semsûrê ji bi heman armancê 17 welatiyan jî li avahiya BDP'ê dest bi çalakiya birçîbûnê ya dorveger kirin. Welatiyên dest bi çalakiyê kirin diyar kirin ku, çalakiya li girtîgehan ket roja 50'emîn û êdî girtî li ber astan mirinê ne.
EDENE
Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê jî xizmên girtiyan "Konê berxwedanê" ava kirin û 2 caran rastî êrîşa polîsan hatin û li qada konê berxwedanê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin. Dayîkên bi navê Hediye Tufan û Ayşe Bayna diyar kirin ku, polîsan konê wan deste ser kirin û wiha gotin: "Em ji bo xwedî li daxwazên zarokên xwe derbikevin li vir in. Polîsan bi bombeyên gazê êrîş li me kirin. Destûr nedan me kon vedin. Ew çiqas rabikin em jî dê vebidin."
MÊRSÎN
Odeya Tabîban ya Mêrsînê û Şaxa SES'ê ya Mêrsîn jî bi heman armancê li avahiya odeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Odeya Tabîban a Mêrsînê Galîp Kirici, diyar kir ku li aliyekî welat şer berdewam dike û li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome wiha got: "Çima çalakiya greva birçîbûnê tê kirin? Sedem çî ye? Mafê me yê nîqaşa ew mafdarin an na tuneye. Lê em doktorên em sonda hîpokratê xwarin em dê çawa nêzî wan bibine. Divê em nîqaşa em dê çawa nêzîkî wan bibin bikin." Kirici da zanîn ku çalakî di roja 50'emîn de ye û wiha axivî: "Divê em bi awayekî zanist nêzî çalakiyê bibin û ji bo em dereng nemînin berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Ji bo tu kes jiyana xwe ji dest nede û seqet nemîne divê em kedekî mezin bidin."