Çalakiyên piştevaniya bi greva birçîbûnê re didomin

Çalakiyên piştevaniya bi greva birçîbûnê re didomin

Li Îzmîr û Sêwasê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê çalakî pêk hat. Di çalakiyan de hate xwestin ku daxwaz bên qebûlkirin û banga bihîstiyariyê hate kirin.

ÎZMÎR

Rêxistina BDP'ê ya Konak bi armanca piştgiriyê bide çalakiya girtiyan ya greva birçîbûnê li ber avahiya TAY-DER'ê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Li ser navê komê Rêvebera Rêxistina BDP'ê ya Konakê Fehîme Poyraz daxuyanî xwend û çalakiya girtiyan silav kir û anî ziman ku, duh bi tevlîbûna 10 hezaran girtiyan çalakî berdewam dike. Poyraz anî ziman ku, ligel çalakiya birçîbûnê berdewam dike Serokwezîr hêj jî dest ji derewên xwe bernade û wiha got: "Em dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin."

Komeleya Nivîskarên Jin yên Îzmîrê jî bi heman armancê li avahiya komelê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek jinên tevkarên HDK'ê tevlî civînê bûn. Sevîm Korkmaz li ser navê jinan daxuyanî xwend û diyar kir ku, hikûmetê heta niha têkildarî çalakiya greva birçîbûnê de tu tişt nekirin. Korkmaz bang li hemû kesên xwedî wijdan kir ku dengê xwe bilind bikin.

SÊWAS

Xwendekarên Zanîngeha Cûmhûriyetê yên Sêwasê jî bi heman armancê li ber Kafeteryaya Navendî heta qada zanîngehê meş li dar xistin. Di meşê de dowîzên, "Erdogan di şowê de ye 683 kes di grevê de ne" û "Bê ziman jiyana nabe" hatin hilgirtin û sloganên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û ”Bijî berxwedana zindana” hatin qêrîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Du daxwazên girtiyan heye. Ji wan yek perwerdehiya zimanê zikmakî û parastina zimanê zikmakî ye. Ya din jî tecrîd bê rakirin û hevdîtin çareke din dest pê bikin." Piştî daxuyaniyê xwendekar bi sloganan belav bûn.

EDENE

Hunermendê NÇM'a Edeneyê jî bi heman armancê li Qada Beşocakê çalakiya rûniştinê û daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Berî daxuyaniyê hurmendan bi erbaneyan strana "Ji girtiyan re azadî" gotin û pankrata "Bêdengbûn hevkariya mirinê ye. Em berxwedana we silav dikin" vekirin û sloganên "Zext me bêzar nakin" û "Biji berxwedana zindana" qêriyan. Rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê hurmendan Mecît Ozluk daxuyanî xwend.

Ozluk diyar kir ku, çalakiya birçîbûnê di roja 56'emîn de berdewam dike. Ozluk diyar kir ku, kevneşopiyan tunekirinê ya sedsalî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hêj bêtir hatiye kûrkirin û wiha got: "Îro bi deh hezaran girtî li hemberî vê ramanê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Gelê Kurd li her qadê berxwe didin." Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

DORTYOL

Rêxistina BDP'ê ya Dortyolê jî bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê kir. Koma ji 10 kesan pêk tê li Nûnertiyan taxa Ocakli ya BDP'ê destpê kir.

ÎSKENDERÛN

Rêxistina BDP'ê ya Îskenderûnê jî bi heman armancê di 3'ê mijdarê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribû û li Nûnertiya taxa Buluttepeyê ya BDP'ê bi koma ji 8 kesan pêk dihat dabû destpêkirin. Koma jî 8 kesan pêktê ya 4'emîn îro çalakî dewir wergirtin. Çalakvan bigirseyî tên ziyaretkirin.