Çalakiyên nobetê ya ji Ocalan re azadî dewam dikin
Li Ewropayê çalakiyên nobetê ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, dewam dikin.
Li Ewropayê çalakiyên nobetê ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, dewam dikin.
Li Ewropayê çalakiyên nobetê ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, dewam dikin.
DÛÎSBÛRG
Çalakiya kondanînê ya li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê di roja 2. de dewam dike.
Endamê CÎK’ê Mele Salih ê ku çalakvanên kon ziyaret kir, da zanîn ku ji bo piştgiriyê li vir amade bûne.
Çalakiya kon a ku bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Dûîsbûrg û endamên komîsyona jinan a Dûîsbûrg û Ciwanên Azad ên Dûsîbûrgê tê lidarxistin, li gel helbest, gûftûgo û dirûşmeyan dewam dike.
Hevserokê NCKDD’ê Mûnsûr Arslan, bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Dûîsbûrgê dijîn kir ku piştgiriyê xurt bikin. Arslan her wiha banga beşdariyê li meşa ku wê roja Înê di saet 18:00’an de bê lidarxistin jî kir.
Çalakiya kon wê sibehê ji saet 14:00’an heta 18:00’an dewam bike.
BERN
Li paytexta Swîsre Bernê jî bi sirûda “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” stand hate danîn. Çalakî ji aliyê Navenda Civak Kurd a Demokratîk a Bernê ve hate lidarxistin. Çalakî di saet 14:00’an de li pêşiya gara trenê destpê kir.
Di çalakiyê de ku bi dehan Kurdistanî beşdar bûn, Hevseroka Dem-Kurd a Bernê Sevgî Tozlûkaya daxuyaniyek da û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Tozlûkaya li hember tecrîdê banga hestyariyê jî kir. Piştî daxuyaniya Tozlûkaya, daxuyanî bi zimanê Kurdî û Elmanî hatin dayin.
Hat diyarkirin ku wê stand heta saet 18:00’an vekirî be, wê sibehê di saet 15:00’an de li Gazînoplaz Bîel a Bern, Neûchahtel, Lozan, Cinêw, Freîbûrg bi beşdariya girseyî ji bo piştgiriya bi siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê hatin girtin û protestokirina nêzîkatiyên Elmanyayê mîtîng bê lidarxistin.