Çalakiyên Kurdan li Ewropayê belav dibin

Çalakiyên Kurdan li Ewropayê belav dibin

Kurdistanî û dostên wan ên li welatên Ewropayê ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê li her derê çalakî li dar dixin. Vê hefteyê jî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û ji Ewropayê hate xwestin ku ji bo pêkanîna daxwazên girtiyan zextê li Tirkiyeyê bike.

LI LEFKOŞAYÊ JINAN LI BER AVAHIYA YE’YÊ ÇALAKÎ LI DAR XIST

Li payxexta Qibrisê Lefkoşayê nêzî 50 jin li ber avahiya nunertiya Yekitiya Ewropayê û Konseya Ewropayê mitîngek li dar xistin. Di mitîngê de bê navber dirûşimên “Biî Serok Apo”, “Bijî» Berxwedana zîdanan” û “Bijî Gelê Kurd qêriyan.” Di dema mitîngê de jinan bi nunerên YE û KE’yê re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de jinan bal kişand ser rewşa greva birçîbûnê û diyar kir ku heta daxwazên xwe wan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe bidomînin.

Piştî ku dosya pêşkêşê nuneran kirin, ber bi nunertiya hêzên aşitiyê NY’yê ve meşiyan. Çalakgeran bi qasî 2 saetan li ber deriyê sînor ê Lidre Palasêçalakiyek rûniştinê li dar xistin û piştî hevdîtin bi rayedaran re pêk anîn, bi dirûşiman belav bûn.

LI BER ŞAREDARIYA VALENCEYÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

Li bajarê Franse Valenceyê çalakiyek hate lidarxistin. Endamên Navenda Çandê ya Elewiyan û Drome, Navenda Çandê ya Ardeche û Vauclueyê roja 8’ê mijdarê saet di 15.30 de li ber Şaredariya Valenceyê li hev kom bûn û piştgirî dan greva birçîbûnê. Di çalakiyê de derdora 400 belavok hatin belavkirin.

LI NANTESÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Greva birçîbûnê ya ku ji roja sêşemê ve Li bajarê Nantesê hatibû destpêkirin, roja pêşşemê 8’ê mijdarê bi meşeke girseyî bi dawî bû. Bi sedan kesên ku li qada Commerceyê li hev kom bûn, heta qada Place Rouelê meşiyan û li wir bi dawî bû.

LI PARÎSÊ XWENDEKARAN STANDA ÎMZEYAN DANÎ

Li paytexta Franse Parîsê jî xwendekarên Zanîngeha Saint Denis bi boneya balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd, ji 5’ê mijdarê ve stand vekirin.

Tevî xwendekarên ji Kurdistanî û Tirkiyeyî, ji welatên din ên cîhanê xwendekar piştgirî didin standê. Heta niha 1500 îmze hatine berhevkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Daint Denis ragihandin ku ew ê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û ji bo piştgiriya i girtiyan re dê çaçakiyên cûda li dar bixin.

Xwendekarên Kurdistanî piştgirî dan çalakiay endamên ACTÎT’ê jî. Her wiha sendîkayê xwendekaran S.U.D û UNEF, endamên Partiya Komunîst û xwendekarên ji Efrîkayê tên serdana standa Kurdan.

LI OSLOYÊ KURD DÊ ÇALAKÎ LI DAR BIXIN

Kurdên li Norwecê jî ku sê roj in li Osloyê di greva birçîbûnê de, îro di saetên danê êvarê de ber bi navenda bajêr ve bimeşin û li ber parlementoyê berdewam bike. Tê payin ku di mitîngê de peyamên partiyên Kurd û Norwecî bên xwedin.

Roja pêmcşemê Serokê Partiya Sor a Norwecê Bjørnar Moxnes, nameyek ji Wezîrê Derve yê Norwecê re şand û xwest ku ji bo pêkhatina daxwazên Kurdan hewl dibe.

LI ZURÎHÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Li bajarê Swîsre Zurîhê ji saetên vê êvarê ve li Mala Gel a Zurîhê greva birçîbûnê bi armanca piştgiriyê hate destpêkirin. Çalakî saet di 14.00 dest pê kir.

JI KONSEYA KURDÊN SWÊDÊ BANG

Konseya Kurdên Swêdê jî ji bo mitînga bi armanca piştgiriya bi greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd re bang li Kurdên li Swêdê kir ku 10’ê mijdarê tevlî meşa li paytext Stockholmê bibe.

DÊ DEVÊ XWE BAND BIKIN

Ji ber van sedeman ji hemû Kurdistanî, şoreşger, demokrat parêzvanên mafê mirovan, sazî û dezgehan hate kirin ku li hemberî vê rewşê hestyar bin û roja şemiyê tevlî mitîngê bibe. Di mitînga ku dê bêdengî bê kirin de dê her kesê devê xwe bi banda sor girê bide. Mitîng roja şemiyê saet di 13.00 de li qada Norra Bantorger a Stochkholmê dest pê bike û dê heta ber Parlementoya Swêdê bimeşin.