Çalakiyên ji bo azadiya Ocalan ên li Ewropayê dewam dikin
Çalakiyên li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewam dikin.
Çalakiyên li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewam dikin.
Çalakiyên li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, dewam dikin.
LÎNZ
Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, çalakiya kon a li Haûptplatzê hat destpêkirin, heta saet 18:00 dewam kir. Di çalakiyê de li ser rewşa Ocalan û têkoşîna wî belavok hatin belavkirin. Di dema bidawîbûna çalakiyê de komek ji faşîstan hat cihê çalakiyê û heqaret li çalakgeran kir. Di nava aloziya li vir de, polîsan êrîşî çalakgeran Reşît Karpûzcû û Levent Yalçin kirin. Polîsan xwestin van her du çalakgeran binçav kirin. Li ser vê yekê girseya gel dest bi çalakiya rûniştinê kirin û di encamê de her du çalakger hatin berdan. Polîsan dûre faşîstên ji bo provokasyonê hatibûn, ji herêmê derxistin.
ÎNNSBRÛCK
Li bajarekî din ê Awûstûryayê Înnsbrûckê jî, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji bo 2 rojan kon hat vedan. Li binê vî konî, wêneyên komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê hatine kirin tên nîşandan. Çalakî wê îro saet di 15:00 de li Mûseûmstrasse'yê bidome.
BRÎGHTON
Li navenda bajarê Brîghton ê Îngilîstanê, di çarçoveya kampanya 'Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî' de ji bo agahdarkirina Brîtanyiyan stant hat vekirin. Di vê çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Sûssexê ve hat organîzekirin de, li ser rewşa Ocalan û polîtîkayên AKP'ê yên qetilkirina Kurdan, agahî hat dayîn. Di dema agahdarkirinê de belavokên li ser şermezarkirina tecrîdê û komkujiyên dewleta Tir, hatin belavkirin. Stant wê heta 30'ê Hezîranê vekirî be.
MANNHEÎM
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajarê Mannheîmê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon veda. Di roja destpêkê ya çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin. Li ber kon, pankarta bi nivîsa 'Êdî Bes e!, ji Ocalan re azadî' hat daliqandin. Çalakî wê sê rojan bidome.
BUKREŞ
Li bajarê Bukreş ê Romanyayê jî, konê nobedê hat vedan û ev çalakiya ji bo azadiay Ocalan wê sê rojan dewam bike. Gelê Romen eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dide. Di çalakiyê de hejmarek zêde belavok hatin belavkirin.
STÛTTAGRT
Dîmenên çalakiya li Stûttgartê jî bi vî rengî ne: