Çalakiya rûniştinê ya karkerên Wanî di roja 5. de ye

Çalakiya rûniştinê ya karkerên Wanî di roja 5. de ye

Karkerên ÎŞKÛR'ê yên li Wanê piştî hilbijartinên herêmî bi awayekî neheqî dawî li karê wan hat anîn û bi meşa ber bi Enqereyê re xwestin dengê xwe bigihînin Hikûmetê, di roja 5. de li Parka Abdî Îpekçî çalakiya xwe ya rûniştinê dewam dikin.

Karkerên li Parka Abdî Îpekçî li ber Avahiya Xizmetê ya Çankayayê ya Saziya Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKÛR) çalakiya xwe dewam dikin, di serî de HDP ji aliyê nûnerên gelek partiyên siyasî û sendîkaya ve hatin ziyaretkirin. Karkeran li Meclîsê bi rayedarên Wezareta Xebatê re hevdîtin krin. Lê belê di mijara çareseriya pirsgirêkan de ti gav nehatin avêtin.

Kedkarên ku ev 104 roj in di çalakiyê de ne û bêkar in, nikarin li Enqereyê kon vedin.

Her wiha ji vekirina naylon a ji bo parastina ji baranê re jî bi hinceta "weke kon e" destûr nayê dayîn.