Çalakiya “Em naxwazin nûçeyên mirinê çêbikin” a ji aliyê rojnamevanan ve ji bo rojnamevanên di greva birçîbûnê de hate lidarxistin, bi dawî bibe. Rojnamevanan diyar kirin ku ew naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin û banga piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê kirin.
Koma rojnamevan ku li ber Amadeyiya Galatastay a Stenbolê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn duh êvêarê çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi daw kirin.
Çalakiya rojnamevanan heta êvarê berdewam kir û Parlementera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Endamê lijneya Rêveberiya HDK’ê Ender Îmrek, gelek endamên BDP’ê, xwendekarên Zanîngeha Îstanbûlê û karkerên BEDAŞ’ê hatin serdana çalakiya rojnamevanan.
Li ser navê rojnamevanên pankarta “Em naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin” Ertugrul Mavîoglû daxuyanî da û bi bîr xist ku di nav berxwedêrên greva birçîbûnê de rojnamevan jî hene û got; “Rewşa rêveberê weşanê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Tayyip Temel her ku diçe xirabtir dibe.”
Mavîoglû helwesta hukûmet û serokwezîr rexne kir û got; “Bi kurtî nabêjin çareserî, dibêjin bila bimirin. Em ne mirin, lê em çareseriyê dixwazin” û banga piştgiriyê kir.
Çalakî piştî xwendina navên rojnamevan Ayşe Oyman, Tayyip Temel, Pervîn Yerlîkaya, Mehmet Emîn Yildirim û Faysal Tunç ên di greva birçîbûnê de, bi dirûşiman bi dawî bû.